Li Sînor Kombûnî

Li Sînor Kombûnî

Bi Hezaran Sûriyeyî Ji Bo Derbasî Tirkiye Bibin Li Ber Sînor Kombûn.

Xeberan dan zanîn ku bi hezaran Sûriyeyî yên ji ber şer û bombardimanan reviyane, xwe avêtine ber sînorê Tirkiye. Li hêviya derbasbûna hêla Tirkiyê ne. Di nav wan de esker û birîndar jî hene. Hat îfade  kirin ku hinek Sûriyeyî jî, ji Kîlîsê hinek pêdiviyên xwe amade kirine û dîsa vegeriyane Sûriyeyê.

Hat gotin ku li sînorê Sûriye û Urdinê dîsa şer derket. Bi şev eskerên Sûriye û Urdinê, bera hev dan. Şer li herêma Tel Sîhab Tûrra qewimî. Berpirsiyarên Urdinê şer tesdîq kirin. Hat îfade kirin ku di şer de tiştek bi kesî nehatiye. Di rojên borî de, li sînorê Lubnanê di navbera eskerên Sûriye û Lubnanê de jî şer derketibû. Çend hefte berê dîsa eskerên Sûriye û Urdinê bera hev dabûn.

Li hêla din, li Helebê şer bi şîddet dibe.  Di navbera hêzên Esed û ordiya azad de şer giran dibe. Di hukmê sê rojan de bi kêmanî 250 kes li herêma Selahaddînê hatin kuştin. Hat îddîa kirin ku hêzên Esed, herêma Selahaddînê xistine bin kontrola xwe. (Ferman Çiyayî/Bangaheq)

HABERE YORUM KAT
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.