Li Sivîlên Sûrî wê alîkarîya arvan bê belavkirin

Li Sivîlên Sûrî wê alîkarîya arvan bê belavkirin

Ofîsa Mehsulên Axê (TMO) ji ber herba navxweyî wê li gelên sivîl yên li Sûrî dijîn 100 hezar ton arvanê nan belev bike.

Îro di Rojnameya Fermî de hat weşandin ku ji bo sivîlên li Sûrî dijî Ofîsa Mehsulên Axê hatîye wezîfedarkirin ku wê li gelê sivîl 100 ton arvanê nan bê belavkirin.

Di vê mijarê de Alîkarên Serokwezîr bi Biryara Wezîran qerar derxistin.

Li gor vê yekê Midûrîya Giştî ya Ofîsa Mehsulên Axê (TMO) ji ber herba navxweyî wê li sivîlên li Sûrî ji herbê zerar dîtîye 100 ton genimê nan belav bike.

Genimê wê ji TMO yê bê temîn kirin wê teslîmî heyva sor bê kiri û ewê alîkarîyê belavbike.

Belavkirina arvan wê ji alîyê Serokatiya Rêvebiriya Rewşa Acil (AFAD) û ji teref kordînatoroya Heyva Sor ve bê kirin.

ÎLKHA

HABERE YORUM KAT
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.
Önceki ve Sonraki Haberler