Li Stenbolê operasyona IŞÎDê: 31 binçavî
Li Stenbolê li dijî IŞÎDê operasyon hat rastkirin û di operasyonê de 31 kesên bîyanî hatin binçavkirin.
Li Stenbolê ji teref Tîmên Ewlehîyê ve li dijî IŞÎDê operasyon hat lidarxistin. Di encama operasyonê de 31 kesên bîyanî yên ne welatîyên Tirkîye hatin binçavkirin.
Li gor agahîyên hatin wergirtin ji teref polêsan ve li 3 navçeyan di 6 navnîşanan de di heman wextê de operasyon hat lidarxistin. Di encama operasyona hat tertîbkirin de 31 kesên bîyanî yên ne welatîyên Tirkîye hatin binçavkirin.
Hat îfadekirin ku ji teref polêsan ve jêpirsîna gûmanbaran dewam dike.
ÎLKHA
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.