Li Stenbolê qeza: 2 mirî, 4 birîndar

Li Stenbolê qeza: 2 mirî, 4 birîndar

Li Sultanbeylîya Stenbolê di encama qezaya ku qemyon û erebe li hev qelibîn de 2 kes mirin, 4 kes jî birîndar bûn.

Qeza, li Mehelleya Akşemseddîna Kolana Ataturkê de qewimî. Li gor agahiyên hatin bidestxistin, qemyon û erebeya ku di bin kontrola T.Çyê de bû li hev qelibîn.

Di qezayê de 2 şifêr û 4 rêwî birîndar bûn. li ser agahdayînê ekîbên îtfaîye, tendirustî û polîs hatin sewqkirin cihê bûyerê.

Şifêrê otomobîlê T.Ç. ku tê de girtî ma bû û rêwîyê li cem wî ji teref îtfaîye ve hatin derxistin. Hat ragihandin 2 birîndarên ku bi ambûlansan hatin birin nexweşxaneyê mirin.

Ji ber qezayê her du aliyê kolanê hatin girtin, ekîbê polîsan li cihê bûyerê lêkolîn kirin. (ÎLKHA)

HABERE YORUM KAT
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.