Li Stenbolêdengdayîn bi dawî bû
Stenbolî îro ji bo hilbijartina serokatîya Şaredarîya Bajêra Mezin a Stenbolêçûn li ser sindoqan. Hilbijartinên ku di seat 08.00an de dest pê kiribû bi dawî bû.
Lijneya Hilbijartina Bilind hilbijartinên Serokatîya Şaredarîya Bajêra Mezin a Stenbolê ya ku di 31ê Adarê de hatibûn kirin betal kiribû û biryar dabû ku di 23ê Hezîranê de hilbijartin ji nû ve bên kirin.
Îro 31 hezar û 342 sindoq ji bo hilbijartinan hatin danîn û 10 milyon û 560 hezar û 963 hilbijêr çûn li ser sindoqan û raya xwe bi kar anîn.
Hilbijartina ku di seat 08.00an de dest pê kir dê di seat 17.00an de bi dawî bû.
ÎLKHA
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.