Li Sûdanê balafir ket: 7 rayedarên hikûmetê jiyana xwe ji dest dan

Li Sûdanê balafir ket: 7 rayedarên hikûmetê jiyana xwe ji dest dan

Di qezaya balafirê ya ku li Rojhilata Sûdanê pêk hat de herî kêm 7 kesên ku tê diyarkirin rayedarê hikûmetê ne jiyana xwe ji dest dan.

Hat ragihandin li El-Gadarîfa bajêra Sûdanê balafirek ket. Di qezaya balafirê ya ku li Rojhilata Sûdanê pêk hat de herî kêm 7 kesên ku tê diyarkirin rayedarê hikûmetê ne jiyana xwe ji dest dan.

Li gor agahîyên ku hatine wergirtin balafira ku 18 kesên ku rayedarên hikûmetê jî di nav de bûn, li bajêra El Gadarîfa li ser sînora Sudan-Etîyopyayê pêk hat.

7 rayedarên hikûmetê yên ku  Omer Muhammed Îbrahîmê Wezîrê Çandinîyê, Walîyê Parêzgehê Mîr Xanî Salih, alîkarê wezîrê çandinîyê, midûrê îstîxbarata leşkerî, midûrê ewlehîyê jî di nav de bûn jiyana xwe ji dest dan.

Hat ragihandin 11 kesên ku di encama ketina xwarê ya balafirê de birîndar bûn bi ambûlansan hatin rakirin nexweşxanê.

ÎLKHA

HABERE YORUM KAT
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.