Li Sûdanê hikûmet hat fesihkirin û rewşa awarte hat îlankirin

Li Sûdanê hikûmet hat fesihkirin û rewşa awarte hat îlankirin

Serokomarê Sûdanê Omer el-Beşîr destnîşan kir li Sûdanê hikûmet hatiye fesihkirin û ji bo salekê rewşa awarte hatiye îlankirin.

Omer el-Beşîrê ku ev 30 sal e li bîrêveberîya Sûdanê ye  destnîşan kir hikûmetên navendî û herêmî hatine fesihkirin. Beşîrê ku di televîzyona dewletê de axivî destnîşan kir rewşa awarte ya ku dê salek berdewam bike hatiye îlankirin.

Beşîr di daxuyanîya xwe ya ku da de bang li temamê partîyên sîyasî, komên çekdar û xortan kir ji bo gûftegoyê.

ÎLKHA

HABERE YORUM KAT
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.