Li Sûdanê pevçûn: 97 mirî û 1126 birîndar

Li Sûdanê pevçûn: 97 mirî û 1126 birîndar

Hat ragihandin ku li Sûdanê ji ber pevçûnên di navbera artêş û Hêzên Piştgiriya Bilez de 97 kes mirin.

Li gorî daxuyaniya Komîteya Navendî ya tebîban a Sûdanê, di şerê navbera artêş û mîlîsên HDK'ê de 97 kesan jiyana xwe ji dest dane û 1126 kes jî birîndar bûne.

Nakokiya di navbera artêş û HDK'ê ya van çend mehên dawî de li ser reforma ewlekariya leşkerî doh veguherî nakokiyeke germ di navbera her du hêzan de.

Artêş dixwaze HDK bi temamî tevlî artêşê bibe. (YEKEM)

HABERE YORUM KAT
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.