Li Sûrê qedexeya 14 kûçeyên din jî hat rakirin

Li Sûrê qedexeya 14 kûçeyên din jî hat rakirin

DİYARBEKİR - Li navçeya Sûra Diyarbekirê qedexeya ku ji 2yê Berfanbara 2015 pê ve hatibû îlankirin îro li 14 kûçeyan hat rakirin.

Gelê navçeya Sûra Diyarbekirê piştî ku li 14 kûçeyên din qedexeya derketina derve hat rakirin vegera malên xwe. Gel diyar kir ku ew ji ber şerê gelek mexdûr bûne. Divê ku demildest ev mexdûriyet were têrkirin.

Îro li navçeya Sûra Diyarbekirê di kûçeyên Taxa Savaşê; Dokumculer, Deger, Dîcle, Biyikli, Mehmetpaşa, Çîçekçî; kûçeyên Taxa Dabanogluyê Arman, Kadi Camî, Çakmak, Yîgît Ahmet, Develî, Îbrahîm Bey, Yukari Karata; û Kûçeya Dîrekhaneya Taxa Fatîhpaşayê qedexeya ku ji 2yê Berfanbara 2015 pê ve hatibû îlankirin hat ji saet 08.00 pêve hat rakirin.

Piştî ku qedexe hat rakirin hat dîtin ku gelemperê avahiyên li taxê zirarê dîtine û hinek avahî jî jî teref leşkeran ve wek qerergeh hatiye bikaranîn. Di avahiyekî de gelek tûpên ku ji teref PKKyiyan ve ji bo teqemeniyê dihat bikaranîn hat dîtin û pere û zêrên di nav kaseyên pola de bû hatiye dizîn.

Ji nişteciyê navçeyê Nurettîn Huseyînoglu yê ku roket îsabetê mala wî kiribû axivî. Wî wiha diyar kir: “Xweda heqê me ji wan re nehêle. Me di heman dîrokê de lawê xwe zewicandibû û me bûkê anîbû vê odeyê. Lê niha ode di homatê de tune. Min di wî tarîxê de bûk anî. Niha hemî eşyayên min birine. Madem qedexe hebû kî van eşyayan biriye?.”

Ji nişteciyê navçeya Sûrê Ahmet Çaglar wiha axivî: “Min vî malê 110 hezar lîre sitand. Min 30 hezar jî mesref kir. niha rewşa malê di holê de ye. Em mexdûr bûne. Me cilûbergên xwe hilnegirt em ji tirsan ji vir revîn. Em dixwazin ku zirara me dîtiye were têrkirin. Bila rêvebir guhdariya me bikin. Ev çi hal e?” (ÎLKHA)

 

HABERE YORUM KAT
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.