Li Sûrîyê 15 bebek ji ber şert û mercên nebaş ên jiyanê wefat kirin

Li Sûrîyê 15 bebek ji ber şert û mercên nebaş ên jiyanê wefat kirin

UNICEF destnîşan kir li Sûrîyê 15 bebek ji ber şert û mercên nebaş ên jiyanê wefat kirin.

Di daxuyanîya ku ji teref Fona Alîkarya bo Zarokan a Neteweyên Yekbûyî ve hat dayîn de derbarê mijarê de hat diyarkirin li konbajêra Rukbayê ya di navbera sînorên Urdunê û Sûrîyê de 8 zarok û 7 zarokên ku ku digel malbatên xwe ji herêmên pevçûnê direvîyan ji ber şert û mercên nebaş ên jiyana xwe ji dest dan.

Di berdewama daxuyanîyê de hat diyarkirin di naveyna mehekê de 8 zarok mirin û exlebeyê van zarokan hêj nebûbûn 4 mehî û a herî biçûkên wan jî hêj seatek ji ser welidîna wî derbas nebûbû.

Di berdewama daxuyanîya ku ji teref UNICEFê ve hat belavkirin de bang li terefan hat kirin da ku demildest dawî li pevçûnan binîn û rêya bi ewlehî bê vekirin da ku alîkarîya tibbî ji zarokan re karibe bê kirin.

ÎLKHA

HABERE YORUM KAT
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.