Li Sûriyê Bombebarandin Didome

Li Sûriyê Bombebarandin Didome

Teyarên Esed li Telbîseya Xûmûsê, herî hindik 20 kes kuştin. Li aliyê din ji ber parzaya xerabe ya UNICEFê, 30 zarokan can dan.

Li Sûriyê qetlîam û hilweşîn bênavber dewam dikin. Teyarên herbê yên rejîma Esed li Telbîseya navçeya Xûmûsê, bombe barandin. Di êrîşê de herî hindik 20 kes hatin kuştin. Di nav qurbanan de jin û zarok jî hene.

Hat gotin ku di êrîşê de hemî ferdên hinek malbatan hatine kuştin, di hedîseyan de bi dehan kes jî birîndar bûne. Kesên birîndar rakirine nexweşxaneyên sehrayê. Rewşa hinekan giran e. Hat ragihandin ku pey êrîşê xelk reviyaye herêmên ewletir.

Li aliyê din kampanayaya parzayê ya ku ji aliyê UNICEF û Teşkîlata Tenduristiyê ya Dinyayê ve tê destekkirin de, li cûrbecûr herêmên bajarê Îdlîbê, 30 zarok ji ber parzaya xerab jehrî bûne û can dane, bi dehan jî nerihet in.

Herdu teşkîlatan bi beyanateke nivîskî ya hevpar dan zanîn ku mirina zarokan, li devera ku kampanyaya parzaya sorikan lê dihat kirin pêk hatiye û ew ê sebebê hedîseyên mirinê, piştî encamên lêkolînên laboratûvaran bê eşkerekirin.

cinarinsesi.com

xeberên kurdi

HABERE YORUM KAT
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.
Önceki ve Sonraki Haberler