Li Tekîrdağê Qezaya Ferîbotê
Mehkema Îdarî ya Tekîrdağê, ji ber qezaya ferîbotê ya ku tê de 3 kesan can dabûn, li Wezareta Ragihandinê û Kargêrîyên behrevaniyê mîlyonek û 400 hezar lîre tezmînat birî.
Berî niha li Tekîrdağê hedîseya ferîbotê qewimîbû di bûyerê de 3 kesan can dabûn. Di doza hedîseyê de qirara cizayê tezmînatê derket.
Mahkema îdarî ya Tekîrdağê, wezareta ragihandin, behrevanî û komînîkasyonê, Kargêriyên Behrevaniyê yên Tirkiyê û Akporta Kargêriya Lîmanê ya Tekîrdağê bi qisûr dîtin.
Li van 3 sazîyan bi tevahî mîlyonek û 400 hezar lîre cezayê tezmînatê hat birîn.
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.