Li tevahiya Tirkiyê dê milyonek kitêbên siyerê bên belavkirin

Li tevahiya Tirkiyê dê milyonek kitêbên siyerê bên belavkirin

Platforma Evîndarên Pêxember îsalji ber minasebeta wîladeta pîroz dê li tevahiya Tirkiyê milyonek kitêbên siyerê belav bike.

Di bergeha bernameyên wîladeta pîroz a ku dê ji teref Platforma Evîndarên Pêxember ve bên tertîpkirin de, li tevahiya Tirkiyê dê milyonek kitêbên siyerê bên belavkirin.

Haziriyên bernameyên wîladeta pîroz a ku dê ji teref Platforma Evîndarên Pêxember ve her sal li tevahiya Tirkiyê tên tertîpkirin berdewam dikin. Beriya bernameyên ku dê bên tertîpkirin li her derî dê milyonek kitêbên siyerê yên bi navê ‘Nûrê ku ji Hîrayê Bilind dibe’ bên belavkirin.

Feyzî Aydinê Serokê Medya û Danasîna  Platforma Evîndarên Pêxember di derbarê mijarê de destnîşan kir ew bi belavkirina kitêbên siyerê armanc dikin ku jiyana Hz. Muhammed bi xelkê bidin xwendin.

Aydin di berdewama axavtina xwe de destnîşan kir  haziriyên bernameyên wîladeta pîroz bênavber berdewam dikin û dû re wiha li axavtina xwe zêde kir: “ Di vê bergehê de kitêbên siyerê yên ku dê wek xelatî bên belavkirin teslîmî komeleyên me yên ku endamê me ne hatine kirin. Xweda nesîb  bike dema ku em îsal xelkê xwe vexwend bernamê em ê kitêba siyerê bidin wan. Em hêvî dikin xelkê me îştîraqî van bernameyên wîladeta pîroz bikin.”(ÎLKHA)








 

HABERE YORUM KAT
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.
Önceki ve Sonraki Haberler