“Li Tirkîyê ne ji hêla bawerîyê ve ji hêla nîjadê ve nirxandin hatiye kirin”

“Li Tirkîyê ne ji hêla bawerîyê ve ji hêla nîjadê ve nirxandin hatiye kirin”

Doç. Dr. Huseyîn Şeyhanlioglu destnîşan kir Tirkîye di wê pêvajoya xerbîbûnê ya ku ji Osmanî dest pê kiriye û nêzî 240 salan berdewam kir de xelk ji dêla ku ji hêla bawerîyê ve bê nirxandin ji hêla nîjadê ve hat nirxandin.

Di rojên borî de bi bangewazîya Serokê Giştî yê HUDA PARê Zekerîya Yapicioglu meseleya Kurdan cardin hat rojevê. Pîsporê Pêwendîyên Navneteweyî û Zanista Sîyasetê yê Fakulteyên Zanistên Îdarî Îqtîsadî ya Zanîngeha Dîcleyê Doç. Dr. Şeyhanlioglu derbarê mijarê de ji ÎLKHAyê re nirxandinan kir.Şeyhanlipglu destnîşan kir nîjadperestî û meseleya Kurdan bi Îhtîlala Fransiz a di sala 1789an de dest pê kiriye û dû re wiha got: “ Tirkperestî ji teref Ahmet Riza(Jön Türkler) ve, Kurdperestî pêşî ji teref Ziya Gokalp ve û dû re ji teref Andullah Cevdet û Îshak Sukutî ve hatiye anîn.”

 “Îslamîyet ji navendê tê derxistin”

Şeyhanlioglu di berdewama axavtina xwe de diyar kir “Di darbeya 1908an de temamê Mislimanan zirarê dît û tesîrdar bûn. Îqtîdara Jön Türkan bû faciayek. Daxistina Abdulhamîd bû faciayek. Aştîya Osmanî ya ku wek Pax-Ottomana dihat zanîn xera bû. Di şerê Rizgarîyê de Kurd li ba Tirkan cî girtin. Tespîtên Ataturk ên derbarê xîlafet, şerîat, kongereyên Erzerom û Sêwasê de tev di hewayeke Îslamî de bûn. Pêvajo piştî sala 1924an xera bû. Ango Îslamîyet ji navenda hevpar hat derxistin.”

Şeyhanlioglu di berdewama axavtina xwe de balan kişand li ser Peymana Lozanê û derbarê mijarê de wiha got: “Di wê pênasa nasnameyê ya di Peymana Lozanê de Îslamîyet ne wek krîketerekê wek peyveke ku ummetê bi xwe jî li pey xwe dihêle hat bikaranîn. Ew pênas ev bû ‘Temamê kesên ku li Komareya Tirkîyê dijîn tev Tirk in.”

 “Pêwîst e Îsmet Înonu û faktora CHPê wek aktorê sereke bê dîtin”

Şeyhanlioglu di berdewama axavtina xwe de diyar kir pes ne di warê pênasa nasnameya Kurdan de bi heman awayî di pênasa nasnameya qewmên din de jî heman muamaele hatiye kirin û dû re wiha li axavtina xwe zêde kir: “Piştî sala 1924an dema ku makeqanûn tê laîkkirin re tê vekişandin alîyeke din. Gotinên mîna ‘Tirkiye a Tirkan a’ , ‘ Xweziya min li dilé wî/ê kesî/ê be, dibêje, ez Tirk im’ Ev yek him di nezera xelkê de him jî di siyaseta dewletê de dibe sedema nîjadperestîyê. Di van hemû tiştan de pêwîst e Îsmet Înonu û faktora CHPê wek aktorê sereke bê dîtin. Lewra ew CHPya ku vê yekê kir wek berdewama îttîhatvanan tê dîtin. Ev pêvajo heta salên 1950î berdewam dike. Û êdî ev yek dibe sedema gotineke dewleteke xwerî nîjadperest, unîter, neteweyî û navendî. Ji ber wê yekê ew meseleya ku em jê re dibêjin Meseleya Kurdan ji wî wextî pê ve cardin tê rojevê.”

“Ev yek ne meseleya Kurd e, problema millet û welat e”

Şeyhanlioglu di dawîya axavtina xwe de diyar kir PKK/HDP di encama polîtîkayên nîjadperest de derket, dû re balan kişand li ser pêvajoya çareserîyê ya ku demekê hatibû destpêkirin û dû re xera bû û derbarê mijarê de wiha axivî: “ Di dema pêvajoya çareserîyê de bes HDP/PKK hat muhatabgirtin ku ez li dijî vê yekê me. Hetta ji vê yekê re navê pêvajoya çareserîyê dayîn jî xelat e. Muhattabgirtina wan kesên ku di destên wan de çek heye tiştekî xelat e. Divê komîsyoneke ku tê de temamê aktoran muhattab bên girtin bê damezrandin. Wek mînak, dema ku dema ku HDPê re rûdinin masê nikarin sînor xêz bikin. Başe, çi dixwaze? Dixwaze ku zimanê Kurdî bibe zimanê fermî. Di ya rastîyê de ev yek ne meseleya Kurd e, problema millet û welat e.Divê bes HDP neyê muhattabgirtin. Her wisa kesên rsîpî, aşîret û HUDA PAR jî bên muhattabgirtin. Divê AK Partî di vî warî de digel HUDA PAR bixebite. Hewce nake pêvajoyeke nû bê destpêkirin. Ger xelatîyên ku hatine kirin bên tespîtkirin û dewlet tiştê ku dikeve li ser milên wî bike û terka polîtîkaya nîjadperest berde hewce nake ku tu kes bi hev şer bikin û masayeke nû bê damezrandin.”

ÎLKHA


 

HABERE YORUM KAT
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.