Li welat û li cîhanê coşa mewlûdê didome

Li welat û li cîhanê coşa mewlûdê didome

Li Elmanya, Amed, Colemêrg, Osmanîye, Çewlîg, Mêrdînê û Eksarayê bernameyên wîladeta pîroz hat li dar xistin

Wexta ku  Hezretî Mûhemmed hat dinyayê; xizan û dewlemend bu wek hev, rûyê sêwî û bêkesan kêf xweş bû, biratîya îslamî avabû wek çawa li Medînê ensar û muhacir. Kêf û coşa mewlûda Mûhemmedî bê navber didome. Rûmeta welat û cîhanê Platforma Evîndarên Pêxember, li Elmanya, Amed, Colemêrg, Osmanîye, Çewlîg, Mêrdînê û Eksarayê bernameyên wîladeta pîroz hat li dar xistin

Kêf û coş û şahîya wîladeta pîroz bi hemî xweşkaya xwe didome.

Çi li Kurdistanê, çi li Tirkîyeyê û çi jî li Fransa û Parîsa Ewrûpayê, aşiq û evîndarên pêxember diherikin meydanan û tekbîr û selevatan dişînin ji Medîneya munewer re…

Platforma Evîndarên Pêxember a Ewrûpayê, li bajarê Hambûrga Elmanyayê bernameya wîladeta pîroz li dar xist.

Bernameya ku Camîîya Vahdetê organîze kir, bi xwendina tîlaweta Quranê dest pê kir.Bîlal Solmaz xeberdana silavdayîn û dest pêkê kir.

Piştî xwendina mewlûda Şerîf, bername bi sirud û îlahîyên hunermendên koma Vûslatê dewam kir.

Beşdar bi xwendina mewlûd û îlahîyan coş bûn û tekbîr û selewat qut nebûn.

Ji endamên Yekîtîya ‘Alimên Îslamên yê Ewrûpayê Abdulvahab Yildiz û alimekî Îranî bi navê Îsmaîl Ensarî wek axaftvan beşdarî bernameya mewlûdê bûn.

Di xeberdanan de behs û qala heyata pêxember hat kirin ku divê dema hz pêxember hat dinyayê, însanîyet ji tarîtîya zulmê xelasbûn û derketin bal nûra Îslamê.

Bernameya ku bi eşq û şewqê dewam dikir, bi dûayê qedîya.

Li Amedê jî xwendevanên lîseya Îmam Xetîbê bi navê “Îmam Xetîbî Rêberê Xwe Bibîr Tîne” bernameya wîladeta pîroz li dar xist.

Bernama xwendekarên aşiqên pêxember, bi xwendina kelamê Rebbê zulcelal bi Qurana pîroz dest pê kir.

Dûre mewlûda Şerîf hat xwendin û xwendekaran tekbîr û selewat anîn.

Ji bo axaftin û xeberdanan perwerdekar Alî Karakaş û Sîracettîn Oztoprak beşdarî bernameyê bûn.

Di bernameyê de behs û qala heyata pêxember kirin û ji heyata wî hinek nimûne û mînak hat pêş kirin.

Piştî axaftinan bernameya mewlûdê bi îlahîyên koma Vûslatê dewam kir û bi dûayê qedîya.

Ji Şemzînana Çewlîgî jî dengê tekbîr û selewatan bilind bû.Li Şemzînana navçeya Colemêrgê, bernameya mewlûdê hat li dar xist.

Bername bi xwendina Qurana Pîroz dest pê kir û bi mewlûd û sirud û îlahîyan dewam kir.

Di xeberdanan de behsa hezjêkirina pêxember hat kirin û di bernameyê de zarokên keçik îlahî gotin. Bername bi dûayê qedîya.

 

Li Osmanîyeyê jî coşa evîna pêxember hebû.

Platforma Evîndarên Pêxember, li Osmanîyeyê bernameya wîladeta pîroz li dar xist. Bernameya ku ji teref Osîyadê ve hat li dar xistin bi xwendina kelamê Xweda dest pê kir û bi mewlûda Şerîf û îlahîyan berdewam kir.

Derhênerê weşana giştî  ya Dogrûhaberê Mehmet Goktaş, wek axaftvan beşdarî bernameyê bû.Bernameya mewlûdê bi dûayê qedîya.

 

Çîyayê Bîngola Serhedê jî bi dengê tekbîr û selewatan hejîya.Li Darahênêya navçeya Çebaxçûrê jî mewlûda Mûhemmedî hebû.

Bername bi xwendina Quranê dest pêkir û xelkê herêmê tevecuheke mezin nîşanî bernameyê dan.

Piştî mewlûda Şerîf hat xwendin, bernameyê bi merş û îlahîyan dewam kir.

Perwerdekar Cevdet Yanilmaz û lêkolîner Û nivîskar Cîhan Bozoba wek axaftvan beşdarî bernameyê bûn.

Piştî xeberdanan, bernameya mewlûdê bi dûayê qedîya.

Platforma Evîndarên Pêxember, li gundê Kaynarcaya bi ser Qosera Mêrdîn ve ye jî bernama Mewlûdê li dar xist.

Bername bi xwendina Qurana Mûbîn dest pê kir û bi xwendina mewlûda Şerîf û sirud û îlahîyan dewam kir.

Ji bo xeberdan û axaftinê mela Alî Buyuk beşdarî bernameyê bû.

 

Li Eksarayê jî coşa mewlûdê hebû. Platforma Evîndarên Pêxember, li gundê Alayhana bi ser Eksarayê ve ye bernameya mewlûdê tertîp kir.

Komela AKSA-DERê bername li dar xist û bername bi xwendina Quranê dest pê kir.

Piştî xwendina mewlûda Şerîf, bername bi xwendina merş û îlahîyan dewam kir û beşdar coş bûn.

Xeberdana dest pêkê ji aliyê Ruştu Erol xoce ve hat kirin. Îlahîyatnas Nezîr Tûnç jî wek axaftvan beşdarî bernameyê bû.

Piştî axaftinan bername bi îlahîyan dewam kir û bi xwendina dûayê bi dawî bû. (ÎLKHA)

 

HABERE YORUM KAT
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.
Önceki ve Sonraki Haberler