Li Xezzeyê hejmarê şehdîan derket 24 hezar û 762 kesan

Li Xezzeyê hejmarê şehdîan derket 24 hezar û 762 kesan

Li Xezzeya ku di bin îşxal, qetlîam û qirkirina sîyonîstan de ye roj bi roj hejmarê şehîdan zêde dibe, hejmarê şehîdên ku ji ber êrîşên terorîstan şehîd bûne derket 24 hezar û 762 kesan, hejmarê birîndaran jî derket 62 hezar û 108 kesan.

Wezaret îfade kir ku, bi tevî van şehîdên dawîn ji 7ê Cotmehê vir ve hejmarê Fîlîstînîyên ku di encama êrîşa îşxalkeran de şehîd bûne ji sedî 70 jê pîrek û zarok tev de 24 hezar û 762 kes şehîd bûn.

Di daxuyanîyê de hat îfadekirin ku gelek şehîd û birîndar di bin kavilan de ne, ekîbên parastin û tenduristîyê jî ji ber êrîşên îşxalkeran nikarin xwe ji wan re bighêjînin. (ÎLKHA)

HABERE YORUM KAT
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.