Li Yemenê 18 milyon însan nikarin ava paqij peyda bikin

Li Yemenê 18 milyon însan nikarin ava paqij peyda bikin

Neteweyên Yekbûyî destnîşan kir li Yemenê 18 milyon însan nikarin ava paqij peyda bikin.

Li Yemena ku di bin êrîş û dorpêça hêzên koalîsyona ku Siûd jê re pêşîvantîyê dike de ye rewş her ku diçe girantir dibe. Ji ber êrîş û dorpêçê, ji ber şob û nexweşîyan her roj bi dehan însan jiyana xwe ji dest didin.

Derbarê rewşa dawî ya Yemenê de ji teref Ofîsa Koordînasyonê ya Alîkarîya Însanî ya Neteweyên Yekbûyî ve daxuyanîyek hat dayîn. Di daxuxyanîya ku hat dayîn de hat destnîşankirin li Yemena ku lê 24 milyon muxtacî alîkarîyê ne 17.8 milyon însan di warê peydakirina ava paqij û xizmetên sihhî de zehmetîyê dikşînin ku ji ber vê yekê di 2 meh û nîvên dawî de 109 kes bi nexweşîya kolerayê ketin û bi mirinê re rûbirû man.

ÎLKHA

HABERE YORUM KAT
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.
Önceki ve Sonraki Haberler