Li Yemenê agirbest dest pê kir

Li Yemenê agirbest dest pê kir

Di çarçoveya lihevkirina ku di bin çavdêrîya Neteweyên Yekbûyî de di navbera terefên Yemenî de hat kirin li Hudeydeyê agirbest dest pê kir.

Berî vê çendakî di bin çavdêrîya Neteweyên Yekbûyî de di navbera terefên Yemenî de hevdîtinên agirbestê hatibûn kirin û di encama lihevkirinê de teref di warê agirbesta li bajêra Hudeydeyê de li hev kiribûn ku ev agirbest îro dest pê kir.

Agirbesta ku li Hudeydeyê dest pê kir dê ji teref temsîlkarên Neteweyên Yekbûyî ve bê kontrolkirin.

Hareketa Ensarûllah a Yemenê bi daxuyanîya ku belav kir destnîşan kir ew ê li gor peymana agirbestê hereket bike.

Muhammed Abdusselamê Serokê Heyeta ku Hareketa Ensarûllah a ku li Swêdê beşdarî hevdîtinên agirbestê bû ye ji ser hisaba xwe ya twîtterê destnîşan kir “ Em ê wek Hareketa Ensarûllah li gor peymana agirbesta ku li Stockholmê hat îlankirin hereket bikin.”

ÎLKHA

HABERE YORUM KAT
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.