Li Yemenê birêveberê Partîya Islahê hat kuştin

Li Yemenê birêveberê Partîya Islahê hat kuştin

Li Yemenê sûîqast li birêveberê Partîya Islahê Şevkî Kemadîhat kirin, di encama sûîqasta ku hat kirin de Kemadî jiyana xwe ji dest da. Partîya Islahê şaxa sîyasî ya Teşkîlata Birayên Misliman a Yemenê bû.

Li gor agahîyên ku hatine wergirtin li herêma Malayê ji teref 2 kesên ku li ser motosîkletê bûn ve êrîşa çekdarî li Kemal Kemadîyê ku serokatîya beşa organîzyonê ya Partîyê Islahê dikir hat kirin. Di encama êrîşa ku hat kirin de Kemadî jiyana xwe ji dest da.

Hat ragihandin hêj nasnameya êrîşkaran nehatiye eşkerekirin û bo bên girtin xebat berdewam dikin.

Kemadî ji bilî erka xwe ya di partîyê de her wisa li herêma Malayê di Mizgefta Suvvarê melatî jî dikir.

ÎLKHA

HABERE YORUM KAT
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.