Li Yemenê di bombebarana Siûd de ji heman malbatê 6 kes hatin qetilkirin
Di êrîşa ku hêzên koalîsyonê li Haccaya bajêra Yemenê li dar xist de zarok û pîrek jî di nav de ji heman malbatê tev de 6 kes hatin qetilkirin.
Hêzên koalîsyonê yên ku Siûd ji wan re pêşîvantîyê dike li Yemenê êrîşên xwe yên zalimane û hovane bênavber didomînin. Hêzên koalîsyonê yên ku Siûd ji wan re pêşîvantîyê dike vêcarê li Haccaya bajêra Yemenê malekê bombebaran kirin. Di encama êrîşa ku hat kirin de pîrek û zarok jî nav de ji heman malbatê tev de 6 kes hatin qetilkirin û kesek jî birîndar bû.
Di êrîşên ku ji teref Siûd û muttefîkên wî ve ji sala 2015an vir ve li Yemenê tên kirin kirin de heta niha herê kêm 14 hezar kesên siwîl hatin qetilkirin.
ÎLKHA
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.