Li Yemenê ji ber êrîş û dorpêça Siûd di salekê de zêdetirî 100 hezar zarok mirin

Li Yemenê ji ber êrîş û dorpêça Siûd di salekê de zêdetirî 100 hezar zarok mirin

Wezîrê Tenduristîyê yê Yemenê destnîşan kir ji ber êrîş û dorpêça Siûd di salekê de zêdetirî 100 hezar zarok mirin.

Li Yemenê ji ber êrîşên hêzên koalîsyonê ya ku Siûd ji wan re pêşîvantîyê dike û ji ber dorpêça ku hêj berdewam dike her ku diçe rewş girantir dibe. Lewra ji ber êrîş û dorpêçê alîkarîya însanî û tibbî nikarin ji herêmê re bên kirin ku ji ber êrîş, tunebûna xurek û ava paqij her roj însan can didin.

Derbarê mijarê de ji teref Wezîrê Tenduristîyê yê Yemenê  Taha Mutewekkîl ve daxuyanîyek hat dayîn. Taha di daxuyanîya xwe ya ku da de destnîşan kir ji ber êrîş û dorpêça Siûd di salekê de zêdetirî 100 hezar zarok mirin.

ÎLKHA

HABERE YORUM KAT
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.