Li Yemenê Pevçûn
Li Yemenê şer û pevçûn didome. Di navbera hêzên artêşê û hereketa hûsîyan de şer derket. Di şer de 14 kesan can dan
Li paytext Sanaya Yemenê, di navbera hêzên ordîyê û hereketa Hûsîyan de şerên dijwar dewam dikin.
Li wîlayeta Cewfê di navbera hêzên artêşê û mensûbên hereketa Hûsîyan de pevçûn derket. Di pevçûnan de 14 kesan can dan.
Li navçeya Meczera bi ser wîlayeta Mar’îbê ve, li dijî Hûsîyan 3 êrîşên hewayî hatin rastkirin. Der barê êrîşan de tu agahî nehat dayîn.
Bajarê Cewfê bi gaza sîruştî û petrolê qezenceke mejin dide butçeya welêt û ji bo welêt pir girîng e.
Li aliyê din li Yemenê hereketa Hûsîyan beyan kirin ku bi sedem midaxeleya ji derveyê hevdîtinên ji bo çareserkirina qrîzê dane seknandin.
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.