Li Yemenê zarok ji birçîbûnê dimirin

Li Yemenê zarok ji birçîbûnê dimirin

Hat ragihandin li Yemenê 5 milyon û 200 hezar zarok bi tehlûkeya birçîbûnê re rûbirû mane.

Save the Chîldrenê sazîya alîkarîyê ya navneteweyî daxuyand li Yemenê milyonek zarokên di jî bi tehlûkeya birçîbûnê re rûbirû mane.

Li Yemenê ji ber êrîşên hêzên koalîsyonê yên ku Siûd jê re pêşîvantîyê dike her ku diçe bihaya erzaq û xûrekan zêde dibe û nirxê pereya welêt kêm dibe  ku ji ber van sedema Yemenî di warê tedarikkirina xûrekê de gelekî zehmetîyê dikşînin.

“Heta dawîya salan 2018an dibe ku zêdetirî 36 hezar zarok jiyana xwe ji dest bidin”

Li gor daneyên ku ji teref Save the Chîldrenê sazîya alîkarîyê ya navneteweyî ve hatine belavkirin li Yemenê 5 milyon û 200 hezar zarok bi tehlûkeya birçîbûnê re rûbirû mane.

Ji 4 paran 3 parê nifûsa Yemenê niha bi sed zehmetî hewl dide bêxûrek û alîkarî jiyana xwe bidomîne. Exlebeyê nifûsê rojê encax dikare carekê gezik nan bixwe. Wekî din nikarin tiştekî tedarik bikin.

Li gor daneyên Save the Chîldrenê dibe ku heta dawîya sala 2018an zêdetirî 36 hezar zarok jiyana xwe ji dest  bidin.

ÎLKHA

HABERE YORUM KAT
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.
Önceki ve Sonraki Haberler