Li zarokên qîz ên Mislimanên Arakanî bi zorê fuhuş tê dayînkirin

Li zarokên qîz ên Mislimanên Arakanî bi zorê fuhuş tê dayînkirin

Derket holê ku bi zorê fuhuş li zarokên qîz ên Mislimanên Arakanî yên ku ji zilma çeteyên Budîst û dewleta Myanmarê revîyan û hatin kampên penaberan ên li Bangledeşê tê dayînkirin û bo vê yekê tên firotin biyanîyan.

Ji meha Tebaxê vir ve hejmara penaberên Arakanî yên ku ji ber zilm û wehşeta çeteyên Budîst û dewleta Myanmarê revîyane û berê xwe dane kampên penaberan ên li Bangledeşê 700 hezaran derbas kir. Derket holê çeteyên ku li nêzî kampan in berê qîzên Mislimanên Arakanî didin fuhuşê û wan difiroşin biyanîyan.

Li gor xebera BBCyê qîzên Misliman ên ku ji ber zilmê ji Myanmarê revîyane, li Bangledeşê marûzû îstîsmara zayendî dimînin. Şert û mercên giran ên di kampên penaberan de firsetê didin çeteyên li derdora kampan da ku bi qîzan fuhuş bê dayînkirin û gelek qîz bi hîle û xapandinan  dikevin destên çeteyan.

Qîzên Misliman ên ku temena wan di navbera  13-17an de û hejmara wan a teqez nayê zanîn bi zordarî, tehdîda mirinê û îşkencê tên îstîsmarkirin. Tê diyarkirin hinek qîzên Misliman piştî demekê bi şiklekî ji holê tên rakirin.

Qîzên Misliman ên Arakanî bes nayên birin Bangledeşê; bi heman awayî tên birin Katmanduya paytexta Nepalê û Kolkataya Hindistanê. Li Kolkatayê fuhuş bûye endustrîyeke mezin. Qarta nasnameya Hînd ji van zarokan re tê dayîn û daxilî nava pergalê tên kirin.

ÎLKHA

HABERE YORUM KAT
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.