Lijneya HUDA PARêşêniyên ku “mexdûrê veguherîna bajarvaniyê” ne guhdar kir

Lijneya HUDA PARêşêniyên ku “mexdûrê veguherîna bajarvaniyê” ne guhdar kir

Lijneya HUDA PARê li taxa ku ev 5 sal e lê xebatên îstîmlaqê berdewam dikin lêkolînan kir û derd û kulên şêniyên taxê guhdar kir.

Ji Serokatiya Navçeya Eyyûbiye ya HUDA PARê, li taxa ku ev 5 sal in lê xebatên îstîmlaqa 450 malan  berdewam dikin lêkolînan kir û derd û kulên şênî û esnafên taxê guhdar kir.

Piştî lêkolîn û hevdîtinên ku li taxê hatin kirin re Serokê Navçeya Eyyubiyeya Rihayê yê HUDA PARê Ehmed Îdem derbarê mişkîleyên li taxê de daxuyanî da û diyar kir xelkê taxê zehmetiyeke mezin dikşîne.

Îdem di berdewama axavtina xwe de diyar kir ew wek HUDA PARê li taxa Yaqubiyeyê lêkolînan kirine û dû re wiha li axavtina xwe zêde kir: “ Di dema van ziyaretan de me lêkolînan kir û pêşniyaz û gazin  û giliyên şênî, dikandaran guhdar kir.  Me dît ku di navenda gazin û giliyan de ev qada ku di nav îstîmlaqeyê de ne. Li vê derê pêvajoyeke 5 salane ya îstîmlaqkirinê heye. Em dibînin ku tê xwestin ev der an bila bên xerakirin yan jî ji nû vê bên sazkirin. Me ji dikandaran bihîst ku ev malên xirabe bûye mekanê cihên tiryakkêş.”

“Em ê bibin şopînerên vê yekê”

Îdem diyar kir ev rewş li Rihaya bajarê Pêxemberan e nayê û dû re wiha li axavtina xwe zêde kir: “ Ev der riyeke ku çûyîn û hatina wî zêde ye. Ev manzara li Rihaya me ya ku bajarê Pêxemberan e nayê. Rewş gihaştiye asteke wisa ku xelkê taxê dilmetirs e. Xelk û esnafên me êdî dixwazin ev der demildest an bila bên xerakirin an jî bên nûkirin. Divê rayedar li ser vê meselê bisekinin û meselê çareser bikin. Em ê wek HUDA PARê bibin şopînerên vê meselê.”

Şênî û dikandarên taxê derbarê mijarê de hest û raman her wiha gazin û giliyên xwe wisa anîn zimên:

Şêniyê taxê Sidiq Eglen: “ Li vê taxa ku ev 5 sal e lê xebatên îstîmlaqê tê kirin em tên mexdûrkirin.”

Dikandar Silêman Taba: “Beriya hilbijartinê digotin em ê temamê daxwazên we bi cî bînin, lê belê piştî hilbijartinan deng ji tu kesî dernakeve.”

Dikandar Azîz Guler: “ Ji ber ku ew rexê hember hatiye xerakirin em mexdûr dibin, piştî ku baran dibare ev der tev dibe herî.”

Dikandar Mehmet Ozdemîr jî weha got: “Di bin navê îstîmlaqkirinê de gelek mal hatin xerakirin, lê malên ku man wek xirabe hatin hiştin.”

Şêniyê taxê yê bi navê Mehmet Kiliç jî di axavtina xwe de wisa got: “ Tu kes li halê em nanihêre. Kesê rayedar kî be bila bo Xwedê were li halê me binêre.”

ÎLKHA





































HABERE YORUM KAT
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.
Önceki ve Sonraki Haberler