LiMêrdînê qeza: 3 mirî 14 birîndar

LiMêrdînê qeza: 3 mirî 14 birîndar

Di qezaya ku li Midyada Mêrdînê pêk hat de 3 kes jiyana xwe ji dest dan û 14 kes jî birîndar bûn.

Hat ragihandin li Midyada Mêrdînê mînîbûsek qeza kir, di encama qezaya ku pêk hat de 3 kes jiyana xwe ji dest dan û 14 kes jî birîndar bûn.

Qeza li Midyada Mêrdînê pêk hat. Li gorî agahîyên ku hatine wergirtin mînûbûsa bi plaqeya 21 GP 428 a ku ajokarê wê Abdullatîf A. bû li mewqîya Şenkoyê ji ber ku ajokar hakîmîyeta dîreksîyonê winda kir û gindirî şarampolê. Di encama qezaya ku pêk hat de 3 kesên bi navê Sultan Yuksekdag, Esma Tanguner û qîza wê ya bi navê Sehera 3 salî jiyana xwe ji dest dan û 14 kes jî birîndar bûn.

Kesên birîndar bi ambûlansan hatin rakirin nexweşxanê û derbarê qezayê lêpirsîn hat destpêkirin.

ÎLKHA

HABERE YORUM KAT
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.