Ma dayîna dersa Qur’anê sûc e?

Ma dayîna dersa Qur’anê sûc e?

Xanima mehkûmê Yûsufî Mehmet Veysel Demîrê ku ev 16 sal in bi kumpasên daraza FETO di girtîgehê de tê girtin derbarê mexdûrîyeta mêrê xwe de diyar kir digel ku ew edaletê teleb bikin jî rayedar xwe li ber vê yekê ker û lal dikin.

Mehmet Veysel Demîrê ku bi kumpas û komployên FETO hat girtin û curbecur îşkence lê hatin kirin ev 16 sal in ku di girtîgehê de tê girtin. Digel polês, dozger û hakimên ku ceza dan wî ji FETO ji wezîfê hatibûn dûrxistin û hatibûn girtin jî  mexdûrîyeta Yûsufîyê bi navê Mehmet Veysel Demîr berdewam dike.

Bedîha Demîra ku xanima Mehmet Veysel Demîrî ye derbarê mexdûrîyet û neheqîya ku li wan tê kirin de ji ÎLKHAyê re axivî û daxwaz kir ku êdî bila dengê wan bê bihîstin.

 “Ma dayîna dersa Qur’anê sûc e?”

Bedîha Xanim di destpêka daxuyanîya ku da ÎLKHAyê de diyar kir ‘Ma dayîna dersa Qur’anê sûc e?’ û dû re wiha li axavtina xwe zêde kir: “ Mêrê min ji sala 2003yan vir ve hatiye girtin. Tu sûcê zilamê tuneye û 16 sal e ku tê girtin. Va bû 5 meh ku li girtîgeha li Tarsûsê dimîne. Lê belê berî niha ew çend caran sirgûn kirin. Tu sûcê wî tuneye. Ger sûcê wî hebana ji xwe dê derketibana holê. Lê digel vê yekê va bû 16 sal ku di girtîgehê de tê girtin. Êdî dixwazim ku zilamê min bê berdan.”

 “Zilamê min ji ber ku di camîyê de dersa Qur’anê dida hat girtin”

Demîr di berdewama axavtina xwe de diyar kir zilamê wê mexdûrê 28ê Sibatê ye û dû re wiha li axavtina xwe zêde kir: “Ji ber ku zilamê min di camîyê de dersa Qur’anê dida hat girtin.Sûcê zilamê min bes ev e.Dema ku zilamê min kete hepsê, zaarokên tev biçûk bûn. Tev mezin bûne û berîya bavê xwe dikin. Digel ku sûcê zilamê min tune ye, bi salan e kudi girtîgehê de tê girtin. Dema ku zilamê min di girtîghê de bû, me gelekî zêde zehmetî kişand. Roj hat em birçî man û em di rêyên girtîgehê de perîşan bûn. Bi rêzê ew birin Osmanîye, Mereşê.”

 “Ma dayîna dersa Qur’anê sûc e?”

Bedîha Xanim di dawîya axavtina xwe de diyar kir bi sedan kes mîna zilamê wê bêsûc û belesebeb di girtîgehê de tên girtin û dû re wiha li axavtina xwe zêde kir: “ Hemû kes ji wê pêşnûmaya efûyê ya di rojevê de sûdê werdigire, lê çima zilamê min û yên wekî wî ji vê efûyê fêde nabînin. Ez vê yekê fam nakim. Ew kesên ku zirarê didin zarokên me, tiryakê difiroşin û zirarê didin derdorê ji efûyê sûdê werdigirin, lê çima zilamê min û yên wekî wî nayên dîtin? Tu sûcê wan tune ye û hêj di girtîgehê de ne. Ma êdî ne pêwîst e ku bên berdan? Em darizandina ji nû ve dixwazin. Bila li dosyayên wan binêrin û wan lêkolîn bikin. Êdî em westîyan. Êdî em dixwazin edalet tecellî bike. Ma dayîna dersa Qur’anê sûc e?”

ÎLKHA

HABERE YORUM KAT
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.
Önceki ve Sonraki Haberler