Malbata Kobanîyî bendewarê alîkariyê ye

Malbata Kobanîyî bendewarê alîkariyê ye

ÊLIH - Malbata Kobanîyî ya ku ji ber şerê Sûrî reviye û li Batmanê sitiriye ji ber ku nikare aboriya xwe temîn bike bendewarê alîkariyê ye.

Malbata Kazimê 9 kesî ya ku ji Kobaniya Sûrî ji şerê reviye û li Batmanê sitiriye ji ber ku nikare aboriya xwe temîn bike bendewarê alîkariyê ye.

Malbata Kazimê ya ku 6 meh berê ji Sûrî hatiye û li Taxa Seyîtlera navenda Êlihê di avahiyekî nelihevhatî de sitiriye bi wesîla ÎLKHAyê bang li rêvebiran kir da ku alîkariya wan bikin.

Sermiyanê malê Îmad Kazim diyar kir ku mehê 350 lîre didin kirê, ceyran û avê û wek rojene di miqabilê 20 lîreyan de dixebite.

Di serê lawê wan ê 1 salî de gilmik heye

Kazimî diyar kir ku çendîn car çûye Şaredariya Êlihê daxwaziya alîkariyê kiriye lê her tim dest vala ziviriye mal. Her wiha Kazim diyar kir ku aboriya xwe bes bi alîkariya cîranan têr dike. Kazimî belav kir ku ji Walîtiya Êlihê lijnekî hatiye û wan ziyaret kiriye û soza alîkariyê daye wan. Kazimî dest nîşan kir ku daxwaziya a herî girîng ew e lawê wanê Fereç Îmad were tedawîkirin.

 “Şaredarî ji me re got ew wek şaredarî alîkariya Sûriyeyiyan nakin”

Kazimî diyar kir ji bo ku miyaziyên wan werin çareserkirin ew ji xêrxwaz û rêvebiran alîkarî dixwazin. Dûvre Kazimî wiha axavtina xwe domand: “Em beriya 6 mehan ji Kobanê hatin. Me li vir lawê xwe yê nexweş bir nexweşxanê. Gotin di serê wî de gimilk heye. Ji aliyê aboriyê ve derfeta min tune ku ez lawê xwe bidim tedawîkirin. Malbata me ji 9 kesan pêk tê. Ez tenê dixebitim. Rewşa me ya aborî baş nînin. Ez wek rojane di ciyê ku dixebitim de 20 lîre distînim. Hinek rojan nan li malê tune ku em bixwin. Ji bo ku alîkarî li min were kirin ez çûm şaredariyê. Şaredarî ji me re got ew wek şaredarî alîkariya Sûriyeyiyan nakin. Diyar kir ku bes alîkarî li derên wek Nisêbîn û Cizîrê dikin.”

 “Li malê tu tiştekî me tune”

Dayîk Serva Macîd diyar kir li mala ku dimînin tu tiştekî wan tune. Dûvre wiha pêde çû: “Em ji Kobanê hatin. Neviyê min ê biçûk nexweş e. Me li vir bir nexweşxanê. Gotin di serê wî de gimilk heye. Ji ber ku ji aliyê aboriyê ve derfeta min tune em nikarin lawê xwe bidin tedawîkirin. Lawê min mecbûr dimîne li me mêze dike. Li malê tu tiştekî me tune. Malê me avahiya me hemî çû. Em daxwaziya alîkariyê ji gel û şaredariyê dikin.” (ÎLKHA)


 

HABERE YORUM KAT
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.