Malbata ku qîza wan winda bûbû HUDA PARê ziyaret kir

Malbata ku qîza wan winda bûbû HUDA PARê ziyaret kir

DÎLOK - Gulce Gonca Çelîk di sala 2008an de dema ku ji bo biçe mala naskiriyê xwe ji mala xwe derketibû Û hatibû revandin ku hêj jî jê xeber nayê standin.Malbata vê qîza ku hatibû revandin Serokatiya Bajêra Dîlokê yê HUDA PARê ziyaret kir.

Malbata Gul Gonca Çelîka ku winda bûye di dema ziyaretê de mexdûrîyeta ku ev bû bi salan ew dijîn anî ziman û ji Serokê Bajêra HUDA PARê Nekşî Erat teleba alîkariyê kir.

Cuma Çelîkê ku bavê qîza wî winda bûye ye di derbarê  mijarê de destnîşan kir kesên rayedar bi şikleke baş alîkariya wan nekirine û wiha li axavtina xwe zêde kir: “Rebbê min ji we razî be.Çareya dawî hûn in.Min jî we ziyaret kir. Kû der hewce be ez ê li deriya wan bixim.Bes ku bila Rebbê min hinekan ji bo dîtina qîza min bike wesîle.Ez dixwazin qîza min bê dîtin.Ez tiştekî din naxwazim.Ez ji sala 2008an ve li qîza xwe digerim.Dema ku min li qîza xwe digeriya min fotografên qîza xwe bi her derê bajêr ve daleqand.Lê belê ev fotograf ji teref Şaredariya Mezin a Dîlokê ve hatin berhevkirin.Ez ji vê derê bang li Fatma Şahîn dikim. Dibû ku ev ewlad a te jî bana.Çima fotografên qîza min didin berhevkirin.Ez pêşî ji Xweda Teala û dû re jî ji kesên rayedar alîkariyê teleb dikim.”

Di dema ziyaretê de Serokê Bajêra Dîlokê yê HUDA PARê Mehmet Nakşî Erat destnîşan kir ji bo dîtina qîza wan a windabûye çi ji destên wan bê ew ê bikin.(ÎLKHA)


 

HABERE YORUM KAT
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.