Malbata Oz çapemenîya PKKê tekzîp kir

Malbata Oz çapemenîya PKKê tekzîp kir

Malbata Emîn Oz ê ku di wan rojên borî de li Nisêbîna navçeya Mêrdînê wefat kir çapemenîya PKKê tekzip kir. Malbat her wiha destnîşan kir ew ê di derheqê wan kesên ku dîmenên wefatê li ser medyaya civakî parve kirine, yên ku dîmenan kişandine û di derheqê

 

Mehmet Emîn Ozê 65 salî  di 19ê mijdarê de di malê de xwe daleqand û mir. Piştî ku cînarên Oz jê haydar bûn, cenazeya Oz ji ber qedexeya derketina derve anîn li ser Rêyaîpekê. Cenaze ji wê derê bi ambûlansê birin Nexweşxaneya Dewletê ya Nisêbînê.

Di derbarê mirina Mehmet Emîn Oz de di serî de ji teref Ajansa Xeberan a Dîcleyê û hinek çapemenîyên PKKê ve xeberên derew hatibûn çêkiribûn û ji teref çapemenîyên PKKê ve hatibû îddîakirin Emîn Oz di qedexeya derketina derve de ji ber ku nikaribû dêya xwe ya astengdar bibe nexweşxanê xwe daleqandîye.

Ruhullah Oz ê ku lawê Mehmet Emîn oz e di derbarê xeberên ku di çapemenîyê de derketine de ji ÎLKHAyê re axaivî. Ruhullah Oz di derbarê xeberên ku derketine de destnîşan kir êw xeber derew in, hinek kes dixwazin cenazeyên wan li gor menfeat û berjewendîya xwe bi kar bînin

Ruhullah Oz axavtina xwe ya di derbarê mijarê de wiha domand: “ Çawa ku şîna me bi dawî bibe ez ê di derheqê wan kesên ku dîmenên wefatê li ser medyaya civakî parve kirine, kesên ku dîmenan kişandine û di derheqê kesên ku cenazeya me ji bona berjewendîya xwe bi kar anîne de dozê vekim.(ÎLKHA)

HABERE YORUM KAT
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.