Malbata Sûriyeyî li benda alîkariyê ye

Malbata Sûriyeyî li benda alîkariyê ye

Malbata Sûriyeyî yê ku ji ber şerê navxweyî ya Sûriyê koçî Diyarbekirê kiriye di kavila ku bi kirê kiriye de hewil dide bijî.

Malbata Cuma yê ku ji Heleba Sûriyê ji ber şerê navxweyî ya Sûriyê koçî Diyarbekirê kiriye bi sed zehmetî hewil dide ku di kavileke xirabe de bijî.Mala ku malbat lê dimîne bêderî û bêşibaka û bi rutubet e.

Muhammed Suud Cuma di derbarê mijarê de destnîşan kir ew li sikak û kolanan naylon, kaxiz  û kartonan berhev dike û hewil dide bi vî awayî debara malbata xwe bike.

Cuma di berdewama axavtina xwe de destnîşan kir mala wan ya li Sûriyê ji ber şerê navxweyî wêran bûye û weha li axavtina xwe zêde kir: “Li herêma ku em lê dijîyan avahî û hemû tişt tev wêran bûn. Tiştekî bê kirin êdî nema. Ji ber vê yekê ez û malbata xwe em hatin li vir. Min xanîyek bi 200 lîre kirê kir. 2 kurê min heye, yek jê nû Xwedê da. Min navê hz. Îbrahîm li kurê xwe yê ku nû Xwedê da ye me  danî. Ez naylon û qartonan berhev dikim û difroşim kevnekir. Li Sûrî jî min ev kar dikir.”

Cûma, gazî li rayedar û xêrxwazan kir û weha pê de çû: “Ji niha û pê de zivistan tê, li malê xalî, sarinç, makîna kincşûş û her weha tiştek nîn e. Em di derbarê vê mijarê de ji hikûmeta Tirkîyeyê alîkariyê dixwazin. Bi berhev kirina naylon û qartonan encax kirêya xanî temîn dikim. Tenê ji rayedar û xêrxwazan daxwaza min ev e ku bila alîakriya kirê, sarinc û potên binê pitikan bikin. Ger hewceyên me yên zarûrî bên temîn kirin em dê memnûn bibin.”(ÎLKHA)

HABERE YORUM KAT
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.
Önceki ve Sonraki Haberler