1. HABERLER

  2. KURDÎ

  3. Malbatên mexdûrê FETO û 28ê Sibatê dixwazin ku dengê wan bê bihistîn
Malbatên mexdûrê FETO û 28ê Sibatê dixwazin ku dengê wan bê bihistîn

Malbatên mexdûrê FETO û 28ê Sibatê dixwazin ku dengê wan bê bihistîn

Malbata Ahmet Durmazê ku mexdûrê 28ê Sibatê û FETO ye û ji ber nasnameya xwe ya Îslamî ev 17 sal e di girtîgehê de tê girtin destnîşan kir bila êdî ev neheqî û zilma ku li wan tê kirin bê dîtin û naskirîya wanji nû ve bên darizandin.

A+A-

Abdulazîz Durmazê 83 salî yê ku bavê Ahmed Durmaz e derbarê zilma ku li wan tê kirin de destnîşan kir lawê wî bi komplo û kumpasan hatiye binçavkirin û mehekê îşkeneceyên gelekî giran lê hatine kirin û dû re ji teref mehkemê ve hatiye girtin.

 “Em gelek zêde hatin mexdûrkirin”

Bav Durmaz di axavtina xwe ya ku kir de destnîşan kir lawê wî bi şikleke bêhiqûq bi hepsa muebbet hatiye cezakirin û lawê wî hêj bi şikleke neheq di girtîgehê de tê girtin. Bav dû re wiha li axavtina xwe zêde kir: “ Lawê min bêsûc û bêsebeb ev 17 sal e ku di girtîgehê de tê girtin. Kesên ku lawê min girtin polêsên FETO bûn. Ji ber nasnameya wî ya Îslamî ew xistin girtîgehê. Em ji hikûmetê teleb dikin ku ew ji nû ve bê darizandin. Em gelek zêde hatin mexdûrkirin. Ez û xanima min ji ber extîyarîya xwe nikarin biçin dîtina lawê xwe.”

“Em edaletê dixwazin”

Rehan Durmaza dêya Ahmer Durmaz e derbarê lawê xwe de diyar kir berî ku lawê wê têkeve hepsê tu nexweşî pê re tunebû;lê niha gelek nexweşî pê re peyda bûne û dû re wiha li axavtina xwe zêde kir: “Ev bû 17 sal ku lawê min di girtîgehê de ye. Nêzî mehekê îşkence lê kirin. Di girtîgehê de bi gelek nexweşîyan ket. Niha rewşa wî gelek xerab e. Dema herî dawî ez çûn girtîgehê û min ew dît û nexweşîya wî min tirsand. Em edaletê dixwazin. Êdî bila bên serbest berdan.”

“Em mexdûrên 28ê Sibatê û FETO ne”

Kezîban Durmaza ku xanima Ahmedî ye jî derbarê mijarê de diyar kir piştî zilamê wê hat girtin re ew mecbûr maye her du qîzên xwe bi tena serê xwe mezin bike û wiha axivî: “ Em mexdûrên 28ê Sibatê û FETO ne. Nêzî mehekê îşkence li zilamê min hat kirin.  Du zarokên min hene, piştî ku zilamê min ket hepsê, min bi tena serê xwe li wan mêze kir û xwesû û xwezûrê min ji min re bûn piştevan. Ji ber ku hakim û dozgerên FETO darizandinê kirin bi şikleke adilane darizandin nehat kirin. Ji ber wê yekê em darizandina ji nû ve teleb dikin.”

 “Em ji hikûmetê lutf naxwazin”

Hîlal Durmaza qîza Ehmedî jî derbarê bavê xwe de diyar kir dema ku bavê wê hat girtin ew 2 salî bû û û ew bi hesreta bavê xwe mezin bûye û dû re wiha li axavtina xwe zêde kir: “ Ev bû 17 sal ku bavê min di girtîgehê de ye. Em darizandineke ji nû ve û bi edalet dixwazin. Em mexdûrên 28ê Sibatê û FETO ne.  Em ji hikûmetê lutf naxwazin. Bila bavê min vegerê nav me.”(ÎLKHA)








 

Bu haber toplam 446 defa okunmuştur

HABERE YORUM KAT

UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.