“Malên rojane malbatê tehdît dikin”

“Malên rojane malbatê tehdît dikin”

Serokê Cemiyeta Mustezafan yê Şaxa Êlihê bal kişand li ser zêdebûna malên rojane û destnîşan kir ku di demên dawî de hejmara malên rojane û bi saetan zêdebûne û ev mal wek hêlîna tiryak û fûhûşê tên bikaranîn.

Serokê Cemiyeta Mustezafan yê Şaxa Êlihê Feyzî Aydin bal kişand li ser zêdebûna malên wek rojane û bi saetan tên bikaranîn û ji bo armancên ne baş yên wek fûhûş û tiryakê tên bikaranîn. Aydin destnîşan kir ku lazim e kesên karbidest mekanîzmayeke ciddî ya ceza û kontrolê saz bikin û ev malên wisa bên kontrolkirin.

Aydin derbarê malên ku bûn sedema bertekên Êlihiyan de diyar kir ku ‘malên rojane malbatan tehdît dikin’ û  dû wiha pêde çû: “Di van rojên ku tê de refaha madî zêdebûye de  bi xemgînî em dikarin bêjên ku bê exlaqî û bê manewiyatî gihaştiye asta xwe ya herî bilind. Cînayet, birîndarî, aqil avêtin, tecawiz, xapandin, dizîtî, selefxurî, xesb, şêlandin û tiştên din serê xwe hilanine û çûne . Di tendirustî, xwendekarî û aboriyê de çiqas em pêşve diçin em di warê exlaq û rûmetiyê de jî paşve dikevin.”

Aydin îfade kir ku divê li hember vê talûkeya mezin kesên karbidest tedbîran bigrin û wisa pêde çû: “Digel dirûm eve jî bi caran Saziyên Sivîl, alim, rîspî û kesên di civakê de pêşvedikevin digel ku van bê exlaqiyan anîbin rojevê jî ne rayedarên herêmê ne jî yên giştî mixabin tu tiştekî nekirin û bi sê meymûnan dileyzin. Li holê pirsgirêkên ew qas mezin û tehrîbatên bi vî awayî hene û ew diherin ji sînga esnafên biçûk nakevin, wesaîtên birayên me yên îşportavan ji destê wan digrin wan bi erdê re dikşînin û heman cureyîn neheqiyê li wan dikin û xatirê ku didin kozikê heywanan nadin ciwanên tî û birçî yên ku li kolanan serberdayî digerin. Çiqas bi êş û elem be jî dirûm ev e û li pêş çavan e.”  

“Malên rojane ji bo karên bê exlaqiyê tên bikaranîn”

Aydin di berdewama axavtina xwe de diyar kir digel ku bertekên li dijî ‘malên rojane’ di çapemeniyê de derketibin jî  tu tedbîr nehatine girtin û dû re wisa li axavtina xwe zêde kir: “Weke ku raya giştî jî dizane em wek Cemiyeta Mustezafan,  derbarê ‘malên rojene’ yên ku di van çend rojên dawî de hinek çapemeniyên baldar jî anîn ziman de hasasiyetên me hene û me hewcê dît ku vê hasasiyetê bi raya giştî re parve bikin. Lewra di vî warî de zêde nerazîbûn û şikayet ji me re tên. Ne tenê li bajarê me li giştiyê welatê me eşkere ye malên rojane ji bo karên bê exlaqiê tên bikaranîn. Her hal kesên vê nizanibe tune ye. Digel van tevan, hejmara malên rojana her ku diçe zêde dibin û tu mekanîzmayên ku wan qontrol bikin jî tuneye û di van malan de heman cureyên be exlaqî û nebaşiyê tên kirin.”    

“Lazim e malên rojane di kontrolên ciddî re bên derbaskirin”

Feyzî Aydin di dawiya axaftina xwe de îfade kir ku van malên bi vî awayî ciwanan tehdît dikin û rê li bê exlaqiyê vedike û bi wateyek cidî ji bo tiryakê zemînê hazir dike û dû re weha got: “Mekanên bi vî awayî, ciwanan hînî heman cureyîn tiryakê dikin û li ciyên wanî maseyên qumarê tên danîn û heman cureyên nebaşî û fûhşiyatê li van malan tên kirin. Ji bo mefhuma malbatê ji holê bê rakirin malên wanî bûne wek sektorekê. Lê belê kesên rayedar tu tedbîran nastînin û tu qontrolên ku hewce ne jî nayên kirin. Di encama van tevan de lazim e van malên ku bûne wek hêlîna nebaşî û fûhşiyatê demildest bên qontrol kirin û kesên bê exlaqîyê dikin lazim e bên cizakirin. Em û raya gişti li heviya van tiştan e ku bên kirin.” (ÎLKHA)










 

HABERE YORUM KAT
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.