Malîyeta êrîşên li ser Ğezzeyê

Malîyeta êrîşên li ser Ğezzeyê

Dı êrîşên îsraîla rejîma terorê yên lı ser Ğezzeyê de, hêla Fılıstînê 8 mılyar dolar, îsraîla sıyonîst jî 4,5 mılyar dolar zırara maddî kırıne.

Malîyeta êrîşên 51 rojê yên li ser Ğezzeyê hat diyarkirin. Hat gotin ku di herba 51 rojê de hêla Filistînê 8 milyar dolar, Îsraîla siyonîst jî 4,5 milyar dolar zirara maddî kirine.

Temsîlkarê Wezareta Ekonomîyê ya Filistînê Teysîr Amr beyan kir ku li gorî lêkolînên wan ên ewil di êrîşên Îsraîlê yên 51 rojê de, zirara maddî ya hêla Filistînê di navbera 7,5 û 8 milyar dolarî de ye. Amr da zanîn ku xebatên tesbîtkirina zirarê didomin.

Hat gotin ku di êrîşan de herî zêde sektorên zîraet û înşaetê zirar kirine. Li gorî tesbîtên ewil 780 milyon dolar xisara maddî pêk hatiye. Li şerîda Ğezzeyê ji sedî 70 erda çandiniyê marûzî roketên Îsraîlê bûne. Çewlîgên heywanên kedî jî bûne hedefa êrîşan.

Li gorî Wezareta Îmarê ya Filistînê, di êrîşan de 16 hezar û 800 mal û dikan yekser xerabûne, 35 hezar xanî jî qismî zirar dîtine. Li Ğezzeyê 360 tesîsên sanayîyê yekser xera bûne û bêkêr bûne. Bi sedan jî ji ber êrîşan û nexebitîna karkeran sekinîne.

Li aliyê din Wezareta Maliyeyê ya Îsraîla siyonîst, beyan kir ku di herba 51 rojê de, rasterast û neyekser 4,5 milyar dolar zirar kirine. Ji ber êrîşan li Îsraîlê di hejmara tûrîstan de, bi qasî ji sedî 30 hindikahî pêk hatiye. Girtina firogehan zirar daye ekonomîya Îsraîlê.

Çınarın Sesi

HABERE YORUM KAT
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.
Önceki ve Sonraki Haberler