Mayinên ku PKKyîyan bi cî kirine hê jî dibin sedema mirinan

Mayinên ku PKKyîyan bi cî kirine hê jî dibin sedema mirinan

Li Nisêbîna Mêrdînê mayina ku ji teref PKKyîyan ve li ser rê hatibû bicîkirin teqîya û bû sedema caneke din.

Li Nisêbîna Mêrdînê ya ku ev 5 roj hêj qedexeya derketina derve berdewam dike polês teqemenîyên ku ji teref PKKyîyan ve li hendekan hatine bicîkirin îmha dike. Di dema îmhakirina teqemenîyan de ji ber teqînê hemwelatîyeke sivîl jiyana xwe ji dest da.

 Li gor agahîyên ku hatine bidestxistin li Taxa Abdulkadîr Paşaya Nisêbînê li nêzî cihê Weysika ji teref PKKyîyan ve mayîn li ser rê hat bicîkirin. Ekîbên polêsan ên ku ji mayînê haydar bûn mayina ku hatibû bicîkirin înfîlak kirin. Ji ber şiddeta teqîna mayinê dîwarê mala hemwelatîyê bi navê Hasan Dal(43) xera bû. Hasan Dal ji bo ku fêm bike çi bûye derkete derve. Dema ku Hasan Dal derket derve teqîna duyemîn pêk hat. Ji ber teqîna mayina duyemîn Hasan Dal jiyana xwe ji dest da.

PKKyîyan li Taxên Firat û Abdulkadîr Paşayê têketin hindirê camîyan. PKKyîyên ku têketin hindirên camîyan li gor şahidan ji hoporlerên camîyan marş û sirûdên PKKê lê xistin. Her wiha hat ragihandin kesên PKKyî li têketina Camîya Seyîtlerê teqemenî bi cî kirine.(ÎLKHA)

 

HABERE YORUM KAT
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.