“Me dît ku gelê me eleqeyeke mezin nîşanî Îmtîhana Sîyerê da”

“Me dît ku gelê me eleqeyeke mezin nîşanî Îmtîhana Sîyerê da”

Berdevkê Platforma Evîndarên Pêxember, Yahya Ograş derbarê îmtîhana ku li giştîyê Tirkîyê hat tertîbkirin de axifî û îfade kir ku em dibînin ku her diçe tevecuh û eleqeyeke mezin nîşanî Îmtîhana Sîyerê tê dayîn.

Îmtîhana Sîyerê ya ku bi Xelata Umrê li giştîyê Tirkîye li 75 navendan hat tertîbkirin û nêzîkî 300 hezar kesî beşdar bûn. Îmtîhana Sîyerê ya bi sernava “Wî Bixwîne Wî Bijî” do saet di 11.00an de destpêkir û saet di 13.00 de jî bi dawî bû.

Berdevkê Platforma Evîndarên Pêxember Yahya Ograş, derbarê îmtîhana ku li giştîyê Tirkîyê hat tertîbkirin de axifî û îfade kir ku em dibînin ku her diçe tevecuh û eleqeyek mezin nîşanî Îmtîhana Sîyerê tê dayîn.

Ograş, destnîşan kir ku di îmtîhanê de armanca me ya sereke ne xelate, armanca me ya herî mezin ewe ku em bibin wesîle ji bo hemî kesî ku beşdarî Îmtîhana Sîyera Nebî bibin.  

Ograş, di berdewama axaftina xwe de wiha got: “Bi taybetê di katagorî yekem û duyem de eleqeyek mezin hebû. Hatina dê û bavan ya ber mekteban em zaf kêfxweş kir. Ev rojên wisa li çar terefên Tirkîye bi kêf û coş tên tertîbkirin. Agahîyên ji bajarên me yên din tên me zaf kêf xweş dikin. Hemd ji Xwedê re be tu pirsgirêk derneket. Li bajarên me yên rojhilat di gel barana zêde jî birayên me xebatên xwe dewam dikin. Em bûn sebep, em bûn wesîle. Ji ber vê yekê em niha bextewarin. Em hêvî dikin ku ev îmtîhana bibe wesîle hînbûna jiyana Hz. Mûhammed û bibe wesîleya mînak girtina ji jiyana wî.”  

Ograş, îfade kir ku dema ew li polan digerîyan me dîmenên zaf xweş dîdît û wiha got: “Çi midûrên me, çi amîrên sazîya me û çi jî zarokên me tev bi kelecan bûn. Berya îmtîhanê em bi hinek zarokan re axifîn û me dît ku tev bi kelecan bûn. Di heman wextêde me kelecana jinan jî dît û vê yeke em zaf bextewar kir.”

“Kî dikevin îmtîhanê ew biser dikevin”

Ograş, di dawîya axaftina xwe de îfade kir ku bi teybetî kesên ketin vê îmtîhanê teva qezenc kirin û wiha axaftina xwe bi dawî kir: “Di serî de xwendina jiyana Ronîya Çavan, nerîna bi çavê wî li jîyanê û girtina jiyana wî ji xwe re wek mînakê ev bi xwe qezenceke başe. Ji ber ku armanca me gîhaştina rizaya Xwedaye ev bi xwe serkeftin û qezence. Ez hêvî dikim ku emê li vê dinya û li dinya din naîlî şefaeta Ronîya Çavan bibin. Lewra em vê îmtîhanê tenê ji bo xelatê tertîb nakin. Xelata îmtîhanê ji mere ne armace ew tenê ji bo me wesîleye. Bi vê wesîleyê em bawerdikin ku kesên beşdarî vê îmtîhanê bûne tevan qezenc kirîye. (ÎLKHA) 




 

HABERE YORUM KAT
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.