Meal û Tefsîra Sûrê Beqere-1

Di ayetê 67-71’de behsa qurban kirina çêlekê dike. Ev sure navê xwe ji vê çilekê girtîye. Ev qisse kî bi êbrete. Ev sure piştî hîcretê li Medînê nazil bû ye. Lê feqet ayeta 281ê di Qur’anê de ayeta ya dawî nazil bû ye. Piştî wê ayet nazil nebû ye. Bi pirayî ew civaka Îslamî li Medînê despêkir û hetanî qiyametê hat wxestin ku jîyana xwe bidomîne, li hember pirsgirêkê vê civaka Îslami çareser bike rêziknameyên hiqûqî di vê sûrê de cî digre. Ev sûre 286 ayeti.

Bi navê Xweda yê Rehman û Rehîm. Bi navê wî Xweda yê em ji tune bûn çêkirîye, xwedî yê merhemet û şefqeta bêdawî, mezîyetin bilind dane me, em bi wezîfa evdîtî yê şand ser rûyê erdê.

Elif, Lâm, Mîm. Ji vana tên gotin herfê mukataa. M'ana wan encax Xwedayê te’ala zane. Lê dîsa hinek mufessira gorî xwe hinek m'ane lê kirine.

Ey ew kesê hidayetê dixwazin, a ji we re çavkanîya hîdayetê; Kur’an’a Kerim! Bi zimane we însana, û bi herfa, kitêbek zelal, û tê fêmkirin! Herfin wek Elîf, Bê, Lam, Mim. Herfin hûn bi kar tînin. Van herfê ku hûn baş nasdikin, qudreta îlahi ji van herfa, çawa ahengek mikemmel tîni berhev, û li hember vê  xweşkayîyek nedîtî, însan ji xeyrî îxtiyarî jê re dihere sejdê. Ji çêkirina wekî yek sûrê Qur’anê jî, beşerîyet dikeve eczê. Yanê kitêbek yekane Xwedayê Te’ala anîye meydanê.

2. Evê kitêba ku prensîbê esasê jîyana civatî û şexsî diyarkere tê de tu şik û şiphe tune. Tişte kî ku eqlê însana tevlihev bike, û tê xe şiphê, yanê tu xilaf, xwarî  tê de tune. Madem were ye dile xwe jêre veke, û ji dil bixweyne. Wexta hûn bixweynin, hûnê binerin evan peyvana heqîqetin, ji teref Xwedayê Te’ala hatîye şandin. Feqet ev kîtêb, ne ji bo wan kesê tercîha xwe li ser nebaşîyê, û qirêjîyê kirîye; ew kesê ji her xerabîyê xwe muhafeze dike û dilxwazîya rastîyêû xweşikbunê dikin, yanê ji bo ewan kesê xwedî teqwa qlawûzekî rê nişan dide hidayete ke. di vê rewşê de ev kitêb, ji temamê insana re, rîya rast nişan dide. Lê encax xwedîyê teqwayê digihîne armancê.

Îja kine ew xwedîyê teqwayê?

3. Ewana ji xeybê bawer dikin. Yanê ewên rastin, henin, lê em nabînin, vana encax bi saya vehyê tê fêhmkirin. Wekî bawerîya bi Xweda, axîretê, cennet, cehennem vana xeybin, nayê dîtin lê ji hebûna wan re bawer dikin. Ewana zanin ku heqîqet, ne tene ewê mirov bi çavê xwe dibînê. Bi saya bawerîya hakimê mutleq Xwedayê te’ala hisdikin, fêhmdikin. Û pêre jî ew şertê Muslumantîyê, ku tênayê bihurandin nimêjê bi xuşû û ripîrast dikin. Ew sedeqeta xwe ya bi Xweda re, bi rastî û bi xuşû, rojê en hindik pênc cara, di hizûra wî de zîndî dihêlin. Ew rizqê (malê) me daye wan, yanê ji wan nîmetê xweşik, hinkî ji wî malî didin însanê feqîr û belengaz, û ji boy rizaa Xweda xerçdikin.

4. Dîsa jî ewana, yanê wan kesê xwedî teqwa, hem ewê ji ter hatîye şandin ew wehya îlahî ya dawîn, hem jî ê pêxemberê berya tere hatîye şandin, wehya îlahi wekî Tewrat, Zebur, încîl û ew suhûfê hatinin şandin, -ji xeyrî ê hatinin tehrif kirin- jê bawerdikin. Ew bawer dikin temamê pexembera, û kitêbên îlahi çavkanîya wan yeke. Eynî prensîbê îman û exlaq anînin. Ji dilkî yeqîn bi hebûna axretê jî bawer dikin. Ew bewerdikin jîyana dinyayê fanîye, wê biqede, û gorî edaleta Xweda ya tu carî şaşnabe, wê tevê însana bê saxkirin, ê baş wê bên mükâfat kirin, ê xerab jî wê bên ceza kirin. Tevgera wan li gorî vê bawerîyê ye.

5. Evan kesana ew hidayeta Rebbê wan daye wan ew rîya rast li ser wê rîyê nin. Ê di diwê rîyê de dimeşin ewin. Him li dinyayê û him li axretê ê xellas bibin jî ewin.

6. ema wan kesên kafir ê ku înkara dîne Xweda dikin, heq’iyê vedişêrin, heqiqetê di tepisînin tu wan îqaz biki jî, neki jî ji wan re yeke. Ew îmanê naynin, bawer nakin. Ji  ber ku kibr û xweperestî û înada li ser wan, di nava wanû heqîqetê de bûye perdeke ne mumkine rabe bû ye asteng, bûye m'anî.

7. Xwedayê te’ala qelbê wan û guhê wan mor kirîye. Li ser çavê wan jî Ji bo heqîyê nebinin perde kî heye. Ji Ber bi zanebûn, û bi daxwaza xwe tercîha înkarê kirine, ew qabilîyeta “keşfkirina heqîqetê” wexta hatibûn dinyayê hatibûn daan ji wanre, bi zeman re ko bûye, fonksiyona xwe wenda kirîye. Ezabê mezin ji wan reye. Ew civatîyê ji rêberya Qur’anê rûyê xwe vedigerîne, li dinyayê wê felakete depresyonê exlaqî û rûhî, û çelqînîyê civatî, wê rû be rû bibin. Di dawîye de jî li axretê, wê mehkûmê ezabê ebedî bibin.

Önceki ve Sonraki Yazılar
YAZIYA YORUM KAT
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.