Meal û Tefsîra Sûrê Beqere-3

Ji bona  kufr û nîfak û tevayê nebaşîyê li ser rûyê erdê bê hilanîn:

21.Ey gelî însana! Ew Rebbê hûn û ê berîya we xuluqandîye ji re îbadetê bikin ku, ew nebaşîyê him li dinyayê, him jî li axretê însana perîşan dike, ji bo hûn xwe ji ezabê Xweda biparêzin.

22. Ew Xwedayê ku, ji bo we rûyê erdê bona hûn jîyana xwe bi rehetî bidomîne kir doşek, asîman jî, bo parastina we kir qube: ji xeynî vê ji jor de av daxist û bi saya wê, ji boy ji were bibe riziq, li ser rûyê erdê gelek fêkî ji erdê derxist. Madem were ye bi qesdî ji Xweda re şirîka çênekin. Bi tenê ji wî re evdîtî yê bikin. Ji xeyrî wî, ji ti hukmê otorîtê dinê rê, hustîyê xwe xwar nekin. Otorîtê wekî îlahê sexte, ji wan re îtaeta mutleq qebûl nekin, û hêjayî yê dinyayê nekin pîvan û qistasê xwe, û ji Xweda re şirîka çênekin.

23. Eger ew kitêba ji evdê me re, bi serde berîya nebe pêxember xwendin û nivîsandina wî tune bû, yanê ji qasidê me Muhemmed re ew Qur’ana me daxistîye, di heqqê wê de şipha we heye, yanê hûn dibêjin, “bi rastî em dixwazin bawer bikin, lê feqet em manî’ê şik û şiphê hindurê xwe nabin” hadê wekî wê sûre kî bînin meydanê. Di xweşik bûnê û rastîyê de ta kî Qur’anê, û karibe yek sûre kî binivîsînin; hûn dixwazin ji xeyrî Xweda bangî tevê şahidê xwe kin, alîkarîya wana bixwazin, ew însanê jêhatî, teva li hev bicivînin û tevdek ji hevre alîkarîyê bikin, wekî sûrê di Qur’anê de sûre kî avabikin. Eger hûn di îdîaya xwe de samîmînin! Madem hûn dibêjin, Qur’an kitêbek însana çêkirîye, karibin hûn jî kitêbek wek wê çêkin!

24. Ger hûn nikaribin çêkin-ku hûn ti carî nikanin çêkin- wê gavê, wî agirê şevata wî însan û kevirin, yanê ew pûtê ji tûnc û kevira çêkirine, jê re îbadet dikin, bi wan re agirekî herî germ, ku zalima jî pêre bişewitînin û biqelînin, agirkî were ji kafira re hatiye amade kirin, xwe ji wî agirî biparêzin.

Ew muşrikê ji boy d’awa Îslamê hilweşînin, piştî wiha ji wan re meydan hat xwendin. Lê bê deng man û nikarîbûn bersiv bidana. Halbûkî kanîbana yek sûrekî jî binivîsînin, wê îdîaya Muhemmed(as) pûç bikirana, wê ji wê tekoşîna, mal û can û ewledê xwe tê de feda kirin, wê ji wê tekoşînê xelas bibûna. Bi serde jî hewqas helbestvan, xetîb û edîb, dinava wan de hebûn. Ser vî awayî jî, teşebusa nezîra Qur’anê jî nekirin. Lewra wan zanîbûn ev Qur’an, çavkanîyek, li ser beşer re ye hatîye. Ji ber kibr û înada xwe, ev heqîqet înkar dikirin. Eger karîbana wekî Qur’anê kitêbekê binivîsînin, bêguman wê çêkiribana. Li nikaribûn û qet wê nikaribin.

Ey gelî însana, ew ecza li hember vê meydan xwendinê, ew şiphê we yê ku Qur’an, şapînozê hinek însanane, divê ji navê hilînin, û hûn bawer bikin ev kitêbek heqe, ji ba Xweda hatî ye. Divê hûn pê İmanê bînin. Bi vî awayî him ew cehennema ji boy kafira hatîye amade kirin, hûnê jê xelas bibin. Him jî hûnê vê mizgîna îlahî heq bikin.

25. Ewanê îman anîne û emelê salih dikin, mizgînê bide wan; ji wan re, cennetê di bin darê şîn de çem diherikin heye. Çi demê ew rizqê wanê ji fêkî, ji wan re tê teqdîm kirin, dibêjin; “me berê jî, ji vana t’am kiri bû!” Lewra daîm nimetê mîna hev dabûn wan. li dinyayê jî, wek van fêkîya dixwarin.. Ji wan re di cennetê de jinê pîrûpak hene. Ewana ebedî wê di wir cennetê de bin.

Emelê Salih, yanê tevgerên baş, ji însanê mumin re, ji boy li dinyayê û li axretê, ew tiştê ji re fêde heye, giştûkin. Ew kesên Xweda nasdikin, ji xwe ne hevceyî tu teşwîqî ye. Ew ji Xweda re evdîtîyê dike, û hizûr û seadetê di evdîtîya Xweda de dibînin. Ew kesên îrfan û şuura wan qels û kêm bin, ew hevceyê teşwîqênin. Teşwîq, car heye kesê itaet neke jêre dana ceza tê agahdarkirin. Car jî heye mizgîna xelatê tên daan. Ayetên berê de însan, dawetî ibadetê hat kirin. Akîbetek tirshêz ji ew kesên kafir, înkarker hat daxuyanîn; li vira jî, ê itaet û ibadetê dikin, ew xelata wê bistînin tên daxuyanîn.

Di Qur’an û hedîsa de, ew xelatên tên daxuyanîn, nîmetê cennetê, dîtina cemala Xweda û “ridvan”e. Yanê Xwedayê te’ala, xîtabî evdê xwe dike; dibêje ez ji wan razîme, û daxuyandina îmtîhana bi dawî bûye dike. Di vê ayetê de xelata cennetê, ew nimetê têdene, zewcê wan û mizgîna ebedî wê di cennetê de bimînin, Xwedayê te’ala vê mizgînê dide.

Divê cennet, û divê ew tiştê tê de, sazîyê wê û tiştê ê dinyayê de nejihevin. Lê belê tiştê ku însan nebîne, nizanibe, t’am nekiribe, û tiştê nayê xiyala wî, ji bo jê re bê gotin, awayek tenê bi navê tiştê ku zane jêre têngotin. Xwedayê te’ala cennet û nîmetê tide, bi ew kelîme û navê em zanin jimere îfade dike. Di navde ê mîna hev hene. Lê belê yek ne wek mislê ê dinênin. İbnî Abbas vê heqîqetê wiha tîne ziman; ”tiştê di cennetê de nin, li dinyê bi tenê navê wan heye”(Alûsî ji Beyhaqi neqil kirîye) Cennet û nimetê têdene, tiştê li dinyê em zanin, hetanî ê em xiyal dikin ne ji hevin. Di derheqê vê meselê de, hinek ayet û hedîsê di jî henin. Hz. Pêxember di sohbeteke xwede, wiha qala cennetê dike; “li wê derê de tiştê çava nedîye, guha nebihîstîye û tiştê nayên xiyala tu kesekî, tê de heye.” Û  piştî wê, van ayetana xwendîye; “ Di nabeyna tirs û umîdê de, ewana hingî ji Rebbê xwe re îbadet û dua dike, laşê wan nivîna nabîne û ew rizqê me daye wan, ji bo rizaa Xweda xerc dikin. Êdî ji bo kirina wan(ya emelê salih) ji wan re, ew nimetê çava ronî dike, ku kes nizane çawaye tê de heye.”(Secde/16-17)

Di Qur’anê de, ji wan kesên ku herin cennetê, ew nimetê ji wan re hatîye v'adkirin ku, ew çi bixwazin ji wan re heye. Lê belê van nimetana li gorî ê dinyê bê îzah kirin xelete. Çimkî xiyala însana jî, nagihêje fêhmkirina wan nîmeta.

Önceki ve Sonraki Yazılar
YAZIYA YORUM KAT
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.