Meal û tefsîra sûretê Fatîhê

Fatîhe; bi m’ana têkevê, vekirin, despêkirine. Sûretê Fatihê xulasa Qur’anê ye. Di salên nubuwettê ê ewil de nazil bû ye. Heft ayet in û bi hevre nazil bû ye.

Suretê Fatîhê; Evd, di huzûra Xweda de bi dil kî safî şikr û spasîyeke bi his berê xwe didê Rebbê xwe. Li ber merhemet û edalet û qudret û comerdîya Xweda, ya bêsînor, bi hurmet stûyê xwe xwar di ke.

Suretê Fatîhê; Peymana di nava Xweda û evdê wî de ye. Ji ezel heta ebed evdîtîya ji Xweda re peymanek bi şerefe.

1. Bi navê Xweda yê Rehman û Rehîm. Bi navê wî Xweda yê em ji tune bûn çêkirîye, xwedî yê merhemet û şefqeta bêdawî, mezîyetin bilind dane me, em bi wezîfa evdîtî yê şand ser rûyê erdê. Bi navê Rebbê mey ê zulcelal, tenê em bi navê wi dixweynin û dibêjin.

2. Hemd ji Rebbê alemê re ye. Ê layiqê sipasîyê û pesinandinê ewe. Ji ber ku ê kaînat ji tune bûnê anî ye hebûnê, ê tevê mexlûqata têr dike, ê terbîye dike, ê sewq û îdare dike, ê îstîqametê di de we ewe. Xwedî yê we, îdarevanê we ewe.

3. Ew Rehmane. Pir xwedî merhemet û şefqete. Ew ji we bêtir ji we hez dike, û ji we bê bêtir nêzîkî we ye. Ew rehmet û şefqeta wî ya bê dawî li vê dinya yê hemû mexluqat –çi kafir çi mü’mîn- dorpêç kiri ye. Rizqê temamê mexluqata ew di de.

Ew Rehime. Ji boy rehmeta xwe temam bike ev kitêb şandi ye. Ê li ber ronkaya wê de bimeşin mizgîna li axretê wê xellas bibin û ew n’îmetê bê serî û bê binî ji wan re heye. Bi rehma xwe wê kesên bawermend têxe cennetê, bi edaleta xwe jî yên kafır wê bavê cehennemê.

4. Ew xwedî yê roja dîn e. Ew roja ku tu şik û şiphe tê tune ye, roja mahşerê, roja mukafat û ceza. Di wê rojê de ji temamê însana wê hesab bê pirsandin. Tu başî bê mukafat, tu xerabî jî bê ceza namîne. Di wê rojê de ew qûwwet û îrada li dunya yê hati bû daan, wê ji we bê sitendin. Serdestî ya îlahî bi temamê îhtîşam û sawa xwe wê tecellî bi ke. Temamê denga wê bê birîn, serî wê berjêr bibin. Hakimê mutleq wê herî hukmê adil bide: Ê baş wê herin cennetê, ê xerab wê herin cehennemê.

5. Bi tenê ji te re em evdîtî yê dikin. Tenê  ji te re ibadet dikin, ji tevê emrê te re bê qeydû şert em îtaetkarin. Başî û nebaşî yê, xuşik û ne xuşikî yê, rastî û xwarbûnê, bi tenê rêberê me pîvana îlahî ye. Ji te pêvtir tu otorîtê din, rê li ber jîyana me xîne, desthilatîyê bike em qebûl nakin. Em ji hukmê tu kesî re hustîyê xwe xwar nakin. Û di heman demê de em ji te alîkarî yê dixwazin. Tevê başî û xweşik bûnê em ji te zanin. Bê qerar û îzna te em ji dil bawer dikin tu xwestek na qewime. Em dermanê derdê xwe, şîfa ya nexweşî yê xwe, çara tengahîyê xwe li bate digerin. Ji bê te em ji tu kesî medetê hêvî nakin. Bi tenê ji tere em hêvîya xwe dikin. Em xwe dispêrin qudret û merhameta te.

6. Ey Rebbême! Me bigihîne rîya rast. Ew rîya ku qanûnê di jiyana însan de û qanûnê di kaînatê de ahengdar dike. Me bi gihîne wê rîya ronî kû Îslame, însanîyetê hem li vê dunya yê û hem li axîretê digîne bextewarîye û seadetê.

7. Ew rîya kesê te n’îmet danê. Di dîroka însanîyetê de wan pêxember û ê di şopa wan de dimeşin û ala tewhîdê bilind kirine, ew kesên rast û durust, şehîd û saliha me bigihîne rîya wan. Ne gihîne rîya wan kesê ku te xezeba xwe li kirîye û ê ji rê derketine çûne delaletê. Ya Rebbî wek mîsala Cihûyan, ji ber heqîqet zanînbûn jî, ew çavbirçîtiya wanî li ser dunyê û n’îmetê dunyê bû sedema wanî isyankarîya li hember emrê îlahî. Pîvana wan bû serwet û meqam û şühret û xurtî. Wan kesê Ji ber hewa û hewesê xwe şuxu re kirin îlah, hem li dunya yê û hem li axretê xezeba te heq kirine, me ne gihîne rîya wan. Û dîsa wek mîsala Nesranîya goya bi nîyêtên baş bid’et û xurafe, fikrên batil li dînê Xweda zêde kirin. Bi vî awa yî ji dînê heq dûrketin. Li ser navê qezenckirina axretê dunya û n’îmetê dunya yê înkar kirin, xwendina ilmê devjêberdan û ketin zîndanê cehaletê. Zenkirin bi vî hawî wê nêzîkî Xweda bibin. Ya Rebbî! Tu me ne bi ser rîya wan kesê çû nin delaletê. Ya Rebbi tu jîyana me ne şibîne jîyana wan, û tu me ji van rîyê şaş bistirîni.

Amin.

Önceki ve Sonraki Yazılar
YAZIYA YORUM KAT
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.