MEBê kontejan ji mamostetîya Kurdî re veneqetand
Ew ê di mehên pêşîya me de ji teref MEBê dê 20 hezar mamoste bên tayînkirin; lê belê di nava vê tayînkirinê de ji mamostetîya Kurdî re kontejan nehat veqetandin.
Ji teref MEBa ku Wezareta Perwerdehîya Neteweyî ya Tirkîyê ve ew ê di mehên pêşîya me de tayîna 20 hezar mamoste bên tayînkirin.
Li gorî daxuyanîya ku ji teref MEBê hatiye belavkirin ew ê ji Fransizî 1 ji îngîlîzî 1960 ji Almanî 200 ji Erebî 190 û ji Rusî 5 mamoste bên tayînkirin. Lê belê li Kurdistana Tirkîyê ya ku nêzî 20 milyon Kurd lê dijîn ji mamostetîya Kurdî re qet kontejan nehat veqetandin.
Li zanîngehên mîna Zanîngeha Bîngol, Mûş û Artukluyê bi sedan xwendekar di beşên lîsansê yên zimanê Kurdî de dixwînin û her sal bi sedan xwendekar ji vê beşê mezûn dibin. Ev xwendekarên ku mezûn dibin ji ber ku MEB kontejan venake mexdûr dibin.
ÎLKHA
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.