MEBê kontejan ji mamostetîya Kurdî re veneqetand

MEBê kontejan ji mamostetîya Kurdî re veneqetand

Ew ê di mehên pêşîya me de ji teref MEBê dê 20 hezar mamoste bên tayînkirin; lê belê di nava vê tayînkirinê de ji mamostetîya Kurdî re kontejan nehat veqetandin.

Ji teref MEBa ku Wezareta Perwerdehîya Neteweyî ya Tirkîyê ve ew ê di mehên pêşîya me de tayîna 20 hezar mamoste bên tayînkirin.

Li gorî daxuyanîya ku ji teref MEBê hatiye belavkirin ew ê ji Fransizî 1 ji  îngîlîzî 1960 ji Almanî 200 ji Erebî 190 û ji Rusî 5  mamoste bên tayînkirin. Lê belê li Kurdistana Tirkîyê ya ku nêzî 20 milyon Kurd lê dijîn  ji mamostetîya Kurdî re qet kontejan nehat veqetandin.

Li zanîngehên mîna Zanîngeha Bîngol, Mûş û Artukluyê bi sedan xwendekar di beşên lîsansê yên zimanê Kurdî de dixwînin û her sal bi sedan xwendekar ji vê beşê mezûn dibin. Ev xwendekarên ku mezûn dibin ji ber ku MEB kontejan venake mexdûr dibin.

ÎLKHA

HABERE YORUM KAT
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.