Meha Remezanê Pîroz be

Meha Remezanê li temamê ummeta Îslamê pîroz û bimbarek be.

Emê di heqê rojîya meha Remezanê hinek ayet û hedîsa bînin ziman înşaallah.

Piştî Hîcreté di sala dûyemîn de, berî herba Bedrê, di meha Remezané rojî hat ferzkirin.

Xwedayê Te’ala di Qurana pîroz de weha ferman dike:

“Ey kesên bawermend! Çawa ew ummeté beriya we rojî ji wan re hatibû ferzkirin, ji were jî hat ferzkirin. Hévî heye ku hûn xwe biparézin.” (Sûrê Beqere Ayetan183an)

“(Rojî) rojén jimartî ne. (rojî li ser we hat ferzkirin.) Êdî kî ji we nexweş be ya jî réwî be bifitiri (qeysî rojê negirtîye) wé di rojé din de rojîya xwe qeza bike. É nikaribe rojîyé bigrin (jiber ma’zereté) qeysî feqîrkî térbike wé fîdyé bide. Tevlî vî hawî kî ji dil xéré bike, véya jibo wî bétir başe. Eger hûn bizanibin rojî girtina we ji were bétir bi xére.” (Sûrê Beqere Ayetan184an)

“Meha Remezané ye ku Quran té de hatiye daxistin, ji bo insana re rébere û nîşanén aşîkar én jibo rastîyé, o rastîyé û xwariyé ji hev bi qetînin. Madem wereye é ji we bighéje meha remezané, bera té de rojîyé bigre. Kî di wé wextéde nexweş yajî réwî bin (qeysî rojé negirtîye) bera di rojé dinin de qeza bikin. Xweda ji were firehîyé dixwaze, tengasîyé naxwaze. Vana temamî ji bo hûn hejmaré temam bikin û ji berk û xweda we daye ser rîya rast hûn wî ta’zîm bikin û jé re şukur bikin.” (Sûrê Beqere Ayetan185an)

Pêxemberê me Hz. Muhemmed (as) di Hedîsa Şerîf de weha dibêje;

Bé uzur di meha Remezané de yekî rojîyé negre, di şûna wéde saleké jî rojîyé bigre, qeysî wé roja di meha Remezané nagihéje sewabé. (Tirmizî)

Meha Remezané mehek mübarek û pîroze. Xwedayé Te’ala rojîya meha Remezané li serwe ferzkir. Di wé mehéde derîyé rehmeté vedibe, derîyé cehennemé tén girtin. Şeytan tén girédan. Di wé mehé de şevik were heye, ji hezar mehî bêtir bi qîmete. É ji xéra wé şevé (şeva Leyletul Qedré) mehrûm bimînin, wek ji her xéré mehrum bimînin. (Nesaî)

É girtina rojîya meha Remezané ferz zanibin, û sewaba wé jî ji Xwedayé Te’ala bixwazin û rojîyé bigrin temamé gunehé wan tên e’fûkirin. [Buxarî]

É rojîya meha Remezané bigrin o bimrin, ewé herin cenneté, [Deylemî]

Wexta meha Remezané té tén gotin; “Ey ehlé xéré ber bi xêrê de birevin! Ey ehlê şer tu jî desté xu ji nebaşîya bikişîni. [Nesaî]

Remezan meha bereketéye. Xwedayê Te’ala di vê mehê de guneha e’fûdike, du’a qebul dike. Heqqé vé mehé bi ç’av bikin! Encax wané wé herin cehennemé, di vé mehéde ji rehmé mehrûm dimînin. [Taberanî]

Zemané meha Remezana şerîf té, Xwedayé Te’ala ji melaîketa re emré îstîğfara mu’mina dike. [Deylemî]

Niméja ferz, hetta niméja diné; înî, hetta înyakdin; meha Remezané, hetta Remezanik din, ji guneha re dibin kefaret. (Taberanî)

Rojîya heyva Remezané ferze, terawîh sunnetin. É di vé mehéde rojîyê bigrin, û şevé xu jî, bi î’badet derbas bikin gunehé wan tén e’fûkirin. [Nesaî]

É di rîya Xwedé de rojekî rojîyé bigre, Xwedayé Te’ala hefté salî rûyé wî ji agir dûr dike. [Muslîm]

Pakijî nîvé îmané, rojî nîvé sebré ye. [Muslîm)

Xewna Péxemberé me: (a.s)

“ Mi di xewna xude hinek tişté ‘ecêb dîn. Yekî ji ummeta mi, melaîketé ‘ezab wî zevt kiribûn. Ew desméjén wî girtibû hatin wî ji halé zor xelaskir.

Min yek dî, qebra wî, wî dijidand. Ew niméjén wî kiribû hatin wî ji ‘ezabé qebré xelaskirin.

Şeytan muselletî ser yekî bubûn. Ew zikré kiribû, hat wî ji şeytan xelaskir.

Yek jî, ji tîna zimané wî derketibu derve. Ew rojîyé di meha Remezané de girtibu, hat tîna wî şikandin.

Yek jî tarîtî dora wî girti bû. Ew Hecca wî kiribû hat wî ji wé tarîtîyé derxist.

Ji yekî re meleké miriné hatibû. Ew xéré bi dé û bavé xwe kiribû, hat ji mirina wîre bû man’i, ecelé wî paşde xist.

Yek jî ne dihiştin bi Muslumana re bi peyive. Silayé rehm hat şefa’et lé kir, bi wan re peyivî.

Yekî dixwest here cem péxemberé xwe. Hinek jér dibûn man’i. Ew xusla kiribû wî girtû anî ba Pêxember.

Yekî dixwest xwe ji agir biparéze, ew sedeqé dabûn hat ji agir re bû perde.

Yekî jî, zebanîya wî dibirin cehnnemé, kirina emré bilm’erûf nehya ‘enîl munker hat wî xelaskir.

Yek avétibûn agiré cehennemé. Ew hestré ji tirsa Xweda rijandibû hat wî ji wé deré xelaskir.

É yekî deftera ‘emelé wî zemané ji héla çep didane destê wî, tirsa Xweda hat da héla rasté.

É yekî sewabé wî sivik dihat, ew zaroké berî ya wî miribûn, hatin sewabé wî girankirin.

Li kéleka cehennemé, yek ji tirsa kildibû, ewé husnû zenna wîya di heqqé Xwedayé te’ala hat, wé kilbûna wî sekinî.

Yek jî, bi zor li ser siraté hat cenneté. Lé feqet deryé cenneté girtîbû. Kelîma şehadeté hat wî xist cenneté. [Hakîm-i Tirmizî]

Ew sifra Xwedayé te’ala ku tije nî’metin, ne ça’va dîtîye, ne guha bihîstîye û nayé xeyala tu kesî, encax é bi rojî li ser wê sifré rûdinin. [Taberanî]

É bi rojî bi û bimre, hetta roja qiyameté wek rojî girtibe, wé jé re sewab bé nivîsandin. [Deylemî]

Xwedayê T’eala vê meha Remezanê bike wesîla xellasîya temamê mezlûma. Baxusûs Mislimanê Xezzeyê ku di bin zilma Cuhûdê melûn de tî û birçî ne, bombe di serêwan de her roj tê barandin, Xwedayê T’eala wan ji vê tengasîyê rojekî berî rojekî xellaske û rejima sîyonîst û destegirê wan jî qehrû perişan bike.

Van îdarevanên li ser sere Misilmana jî ku denge xwe nakin, livê zilmê temaşe dikin û hinek ji wan jî alîkarîyê ji rejima sîyonîst re dikin, Xweda wan jî qehrû perişan bike.

Xweda Misilmana li ser lîstikê kafira hişyar bike, yekîtîyê û biratîyê tê xe navan wan û rojek berî rojekî ji bin dagirkerîya emperyalîstan û xulamên wan azad bike.

Xweda’yê Te’ala me ji rehmet û bereketa vê meha mubarek mehrûm neke. AMîN.

Önceki ve Sonraki Yazılar
YAZIYA YORUM KAT
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.