Mehmet Sûdan Xoce Wefat Kir

Mehmet Sûdan Xoce Wefat Kir

Înna Lîllah we înna îleyhî racîûn.

Seydayê Mehmed Sûdan xoce, umrê xwe dabû xizmeta dîn û doza Îslamê. Di ber vê dozê de, bi salan umrê xwe di hîcret û hepsan de derbas kiribû. Alim û mutefekkîrê Îslamê Mehmet Sûdan xoce, li Onkolojiya Zanîngeha Dîcleyê wefat kir.

  Alim û xizmetkarê Îslamê Mehmet Sûdan xoce, ji kanûna paşîn vir ve, ji ber pişika xwe, li nexweşxaneyan tedawî dibû. Di demên dawîn de li serwîsa Onkolojiya han dima. Ji do vir ve şiûra wî ne li cî bû û di bin muşahedeyê de bû.

  Seydayê Sûdan Xoce heyata xwe xistibû xizmet û xebata dînê Xweda. Ji pêşîvanên îrşada îslamî bû. Di salên 1980î de çer ku lîderê Cemaeta Hîzbûllah Huseyîn Velioğlu nas kir, ji wê çaxê pê ve bi wî re xebatên Îslamî kir.

  Ji qedroya damezrînerên Cemaeta Hîzbûllah bû û rêhevalekî nêz yê rêberê Cemeatê Huseyîn Velîoğlu bû.

Seydayê Mehmed Sûdan xoce, di 1957an de li gundê Dercîmta Licê hat dinyayê. Ji herêmê kesê navdar kurê Hecî Sebrî Sûdan bû. Sûdan xoce terbiye û perwerdeya xwe ya ewil, ji bavê xwe hilanî.

  Di maleke dîndar de mezin bû, ji lew ji biçûkahiyê heta dawiya umrê wî, heyata wî di nav tehsîl û xizmeta Îslamê de derbas bû.

   Zaroktiya wî li Dara Hênê ya navçeya Çabakçûrê derbas bû. Li wir hem esnafî kir, hem jî tehsîla Îslamî kir. Di demên ciwanîya xwe de bawer kir ku divê xizmetên Îslamê bi Cemaetî bê kirin. Ji bona gihandina ciwaniya îslamî, şev û rojên xwe kire yek û bi çar destan hewla gihandina xortan da.

   Di salên 1980î de li Kurdisanê Cemaeta Hîzbûllah û rêberê wî Huseyîn Welîoğlu nas kir û êdî bi Cemaetê re, xebatên xwe yên Îslamî dewam kir.

  Bi xebatên wan di demeke kurt de, li Kurdistanê Cemaeta Hîzbûllah şax veda û xebatên Îslamî belav bûn. Li camiya ders da xort û ciwanan, bû wesîla hîdayeta bi hezaran ciwanan.

   Seydayê Mehmed Sûdan xoce, ji ber xebatên xwe yên Îslamî, ji 1993an pê ve ji aliyê dewletê ve hat xwestin. Ji lew Sûdan xoce xebatên xwe bi dizî meşand.  Ji Diyarbekirê derket, li cûrbecûr bajaran ma.

   Di Çiriya Paşîna 2000î de, li Stenbolê hat girtin. 3-4 hefte li emniyeta Stenbolê ma, dûre ew anîn Diyarbekirê, di îşkencexaneya emniyetê de, 4 meh di bin çavan de ma. Di vê demê de marûzî hemî cûreyê îşkenceyan bû.

   Di serê sala 2001ê de ket hepsê û bîlfîîl 10 sal û 6 meh di hepsan de ma. Di hepsan de heyata xwe bi îlm û îbadet û tefekkurê derbas kir.

   Di sala 2011an de ji hepsê derket. Pey hepsê jî xizmetên xwe yên Îslamî dewam kir. Di tefsîr û fiqh û hedîs û dîrokê de zana bû. Bi bi zazakî, kurmancî, tirkî û erebî dizanibû û bavê 9 zarokan bû.

  Em malbata Rehber Tvyê, ji bo vî alim û mutefekkîr û xebatkarê doza Îslamê, ji Xweda rehm û razîbûnê dixwazin. Xweda wî bi şehîd û salih û sidiqan re heşir bike û sebr û tehemmulê bide malbata wî û dilda û peyrewên wî.  

                                 BANGAHEQ

 

HABERE YORUM KAT
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.