Mektebên havînê bi şagirdan tijî bûn

Mektebên havînê bi şagirdan tijî bûn

Mektebên havînê yên ku ji teref Komeleya ÎQRA-DERê ve li Wanê hatibûn vekirin bi şagirdan şên bûn.

Şagird di mektebên havînê yên ku ji teref komeleya ÎQRA-DERê ve hatine vekirin ji rexekî ve kêfê dikin ji rexê din ve jî dersên fiqih, siyer, akaîd û dersên mîna van hîn dibin.

 “Em hewldidin da ku xwendevan bi şiklekî herî xweşik tatîlên xwe biborînin”

 Di derbarê mektebên havînê yên ku ji teref ÎQRA-DERê ve hatine vekirin de Serokê ÎQRA-DERê  M. Necîp Îlbay wiha ragihand: “ Em wek ÎQRA-DERê her sal van qursan amade dikin. Zarokên me li van qursan him kêfê dikin û him jî bihînbûnê wextê xwe derbas dikin. Jixwe armanc û hedefa me jî ev e.  Ji destpêka qursê heta niha  dersa sîyerê û her wiha dersên îslamî yên din jî didin zarokan.”

 “Armanca me hînkirina jiyana Hz. Pêxember e”

Îlbay axavtina xwe wiha domand: Em ewil hewldidin da ku zarok hînî heyata pêxemberê me bibin. Dûv re jî hewldidin da ku metoda perwerdehîyê ya Resûlullah bidomînin. Niha wiha xuya dike ku kêmasîya herî mezin ya zarokan edeb e. Ji ber vê yekê em di qursên xwe de dersa edebe jî didin. Her wiha digel van dersa em dersa satrancê jî didin zarokan. “

Îlbay wiha dawî li axavtina xwe anî: “Dersên me dawîya heftîyê netê de her roj di navbera seatên 09.30 û 12.30an de ye. Qursên me 20ê tîrmehê dest pê kir û ew ê 14ê tîrmehê bi dawî bibin.

Nûr Ahmet Ekîncî yê ku li qursê dixwîne di derbarê qursê de wiha axivî : “Em li vê derê dersên cûrbecûr  dibînin. Perwerdehîya ku em li vê derê dibînin ji me re gelekî bi fêde ne. Digel dersan em gelek lîstîkan li vê derê dilîzin.”

Taha uygunê ku ji xwendevanên qursê ye jî di derbarê mijarê de wiha ragihand: “ Xwedê Teala ji seydayê me razî be. Li vê derê him dînê me hînî me dikin û him jî dibin wesîlê wextê xwe bi kêf û xweşîyê de derbas bikin.”(ÎLKHA)

 

HABERE YORUM KAT
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.