Melayê ku ji teref dewleta veşarî ve hatiye qetilkirin:Şehîd Mela Xiyaseddîn

Melayê ku ji teref dewleta veşarî ve hatiye qetilkirin:Şehîd Mela Xiyaseddîn

Mela Xiyaseddîn Barlak berî vê 23 salan ji teref îtîrafkarên ku dewleta veşarî wan ji girtîgehê derxistibû ve li Tatwana Bidlîsê hatibû qetilkirin ku îro di salvegera şehadeta xwe de bi rehmetê tê yadkirin.

 Mela Xiyaseddîn di sala 1966an de li gundê Yunkuşaka Qerqeliya Wanê ya ku bavê wî lê melatî dikir ji dayik bû. Mela Xiyaseddîn di sala 1974an de li Gercewsa Êlihê bi cî bû û li vê derê dest bi perwerdehiya xwe kir. Mela Xiyaseddîn li Gercewsê dema ku ji mektebê derdiket ji bo Qur’ana Kerîm hîn bibe diçû mizgeftê. Ew girêdayîbûna wî ya bi mizgeft û cemaetê ve, exlaq û serkeftîbûna wî ya li mektebê her tim ji teref kesên derdora wî dihat teqdîrkirin.

Mela Xiyaseddînê  dibistana destpêk, navîn û lîseyê li Gercewsê xwend û dû re li Sêrt, Gercews, Farqîn, Erxanî,Cizîr û Sasonê di medreseyan de ilm tehsîl kir û heta kitêba Mela Camî xwend. Piştî demekê Lîseya Îmam Xatîbê xelas kir û di sala 1990an de têkete îmtîhanê.  Mela Xiyaseddînê ku zîrek, bi exlaq û biserketî û serfiraz bû her tim ji teref derdora xwe ve dihat hezkirin. Heval û dostên wî ji ber sedaqata wî ya ji doza Îslamê re, ji ber exlaqa wî ya lihevkirinê, ji ber ku bi xortên Qur’an xwên re eleqedar bû, ji ber girêdayîbûna wî ya cemaet û mizgeftê  xweziya xwe lê dianîn.

Mela Xiyaseddîn pêlekê dikandarî kir û ji bo xort bi exlaqa Îslamî mezin bibin gelek zêde hewil da û di vê oxirê de gelek zêde fedakarî kir. Piştî ku melatiyê qezanc kir re 3 salan li benda kadroyê ma û dû re di sala 1993an de li Tatwana Bidlîsê dest bi muezzîntiyê kir. Mela Xiyaseddîn çawa ku dest bi wezîfê kir li Tetwanê hewil da da ku zarok werin mizgeftê. Di encama van hewildanan de zarok berê xwe dan mizgeftê û Mela Xiyaseddîn  li mizgeftê di serî de dersa Qur’anê û her wiha gelek dersên Îslamî da zarokan. Mela bi dengê xwe yê dawûdî qelbên Tetwaniyan fetih kir.

Ev xebatên ku Mela Xiyaseddîn li Tetwanê dikir di demeke kurt de ji teref temamê Tetwaniyan ve hat hînbûn. Ev xebatên ku Mela Xiyaseddîn dikir xalên şer nerihet kir. Ev xalên şer ji bo zarokên xwe neşînin camiyê malbatên xarokên ku dihatin mizgeftê tehdîd kirin. Lê ev yek jî nebû çare û dewleta kûr herî dawî li ser çareseriya qetilkirina Mela Xiyaseddîn da.

Destên qirêj di wan salan de gelek zilm û qetlîam li ser erdnigariya Kurdistanê dikirin ku qerar dan mîna van zilm û qetlîaman yekî jî li Tetwanê bikin. Ji bo vê yekê ji xwe re Mela Xiyaseddîn kirin hedef. Bi qetilkirina Mela Xiyaseddîn xwestin ku cinayetê bavêjin li ser PKKyê ku xwîna bi sedan Mislimanan rijandiye da ku li Tetwanê pêvajoyeke nû ya pevçûnê bidin destpêkirin.  Xalên şer û hezên dewleta veşarî di bergeha vê plana ku kirin de Murat Kurtboganê îtîrafkerê ku li Bidlîsê di girtîgehê de bû ji girtîgehê derxsit û çek da destê wî û  îtîrafkerekî PKKyî yê bi navê Nurettîn da ku Mela Xiyaseddîn qetil bikin.

Di 24ê Sibata 1994an de Mela Xiyaseddîn piştî ku nimêja terawîhê bi cemaetê da kirin re rêya mala xwe girt. Mela Xiyaseddîn dema ku kir herê mala xwe ji teref xaîn û dewleta veşarî ve hat qetilkirin. Wê şevê bêdengiya taritiya şevê bi dengên tekbîrê yên Mela Xiyaseddîn xera bû û Mela Xiyaseddîn li wê derê şehîd bû.

Malbata Mela Xiyaseddînê ku di 28 saliya xwe de ji teref dewleta veşarî ve hat qetilkirin di salvegera şehadeta wî de qala wî kirin.

“Heta ku em sax û zinde bin em ê wî û dijminên wî ji bîr nekin”

Mela Ehmed Barlakê bavê Mela Xiyaseddîn e di derbarê lawê xwe de destnîşan kir lawê wî bi teqwa bû û dû re wiha li axavtina xwe zêde kir: “ Exlaqê wî ya Hz. Muhammed bû. Tu kes jê aciz nedibû. Me di meha Remezanê de xebera şehadeta wî stand. Pir mutedeyyîn  û xwediyê ilm bû. Me heqê lawê xwe ji rexê din re hişt. Em ê heqê xwe exretê ji wan  kesên ku lawê me şehîdkirin teleb bikin. Heta ku em sax û zinde bin em ê wî û dijminênwî ji bîr nekin.”

Maqbûla Barlaka diya Mela Xiyaseddîn Barlak e di derbarê lawê xwe de destnîşan kir Xweda heqê me ji zaliman re nehêle û wiha li axavtina xwe zêde kir: “Zaliman ew şehîdkirin. Heqê lawê min ma exretê. Pir bi exlaq bû, helîm û selîm bû. Heta ez bimrim ez ê wî ji bîr nekim. Dema bi zalimane qetilkirina wî tê bîra me em mehzûm dibin.”

Mahmut Barlakê birayê Mela Xiyaseddîn Barlak e  jî di derbarê birayê xwe de destnîşan kir ew bi nexweşiya albînoyê ketibû û gelek zehmetî dikşand, lê ev nexweşiya wî tu car ji xizmeta doza Îslamê re nebû asteng.(ÎLKHA)

HABERE YORUM KAT
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.
Önceki ve Sonraki Haberler