Mele Omer Çelîk: Ji ber ku me dev ji cîhadê berdaye Xweda jî me duçarî zîlletê kirîye

Mele Omer Çelîk: Ji ber ku me dev ji cîhadê berdaye Xweda jî me duçarî zîlletê kirîye

Mele Omer Çelîkê Serokê Platforma Karwana Şehîdan li Wanê di bernameya Mevlida Nebî ya ji teref Weqfa Evîndarên Pêxember ve hatibû lidarxistin de peyivî balkişand û got , jiyaneke bê Îslam çênabe.

Mele Omer Çelîkê ku xîtabî bi hezaran Wanîyên ku beşdarî bernameyê bûbûn kir, balê kişand sedema rewşa ummeta Îslamê ku tê de ye.

Çelîkê ku got însanîyet bi Îslamê şeref dîtîye û gotinê xwe werê domand:

“Îslam tune be tu tişt nîne. Tiştê ku însan dike însan, însan digihîjîne şerefa evdîtîya Xwedê, însan ji beşeriyetê bilin dike însanê kamil Îslam e. Mirov bi Îslamê şeref dît, bi Îslamê îzzet dît. Ji ber wê li jiyana kesên ku dibêjin “Em ji bo we xelas bikin, mafên we diparêzin, ji bo we şer dikin” binerin. Eger Îslam hebe li wana bawer bikin. Eger Îslam tune be wê we û me ji koletîyeke derxin û wê têxin koletîyeke din. Ji ber wê Muhemmed eleyhîsselam dibêje, “Serê kar Îslame Ey Mûaz!”, “Stûna vî karê jî nimêj e.” Lûtkeya wê jî cîhade, şehadete.”

“Pêxemberê me eleyhîsselam vê rewşa zilletê ku em katine nav, ragihandiye me”

Çelîkê ku bal kişand li ser ayetên cîhadê û got, “Niha em li îro binêrin. Dema ku em vegerin roja îroyîn, gelo Xwedê ji ber ku me cîhad û seferê terikand, li vê dinyayê zilletê rê me ne da? Îro li alema Îslamê nêzî 2 milyar kes hene. Dinyaya Îslamê ya ku nêzî 2 mîlyar mirov e, çima nikare li dijî Îsraîl bisekine? Mesele ne meseleya hejmarê ye, mesela kalîteyê ye, meseleya îmanê ye. Pêxemberê me 1450 sal berê der barê vê rojê de agahî da me. Wî ji me re ragihand ku em ê îro têkevin nav şermê. Ji bo ku em bikevin vê heqaretê, agahî neda me. Werin em hişyar bin. Ji bo ku em nekevin vê rezîliyê em agahdar kirin. Dibêje: "Wê dem were, kafir wek qijikên keriyê êrîşî we bikin." Sehabî wê rojê matmayî man. Gotin: “Ey Resûlê Xwedê, gelo wê rojê jimara me hindik be ku kafir wek qijikan êrîşî me bikin?” ‘Bîleqis wê rojê hûn ê pirtir bin.' 'Ya Resûlê Xwedê em îro destek in. Em sê caran, deh qat û sed qatî bi muşrîkan re şer dikin, lê bi izna Xwedê em bi ser dikevin. Wê rojê hejmara me wê çawa zêde bibe, lê em ê têk biçin û bêçare bin?' Pêxemberê me eleyhîsselam dibêje: “Wê rojê vehn dê bikeve dilê we.” Dipirsin: "Vehn çi ye Resûlê Xwedê?" Dibêje 'Hezkirina dinyayê, tirsa mirinê'. Dema ku hûn vê yekê bikin, Xwedê wê cesareta dilê we bike dilê Netanyahu. Ew ê tirsa di dilê Netanyahu de bixe dilê we. Binêrin, di rojên ku şer destpêkir, Netanyahuyê mel’un bang li serokên ereban kir, serokên ereban ên firot,, serokên erebên durû, parêzvanên rezîl ku xulamên Îsraîlê ne, ku para wan ji mirovahiyê tune, Wî got, 'Eger rêberên Ereb dixwazin sultantiya xwe biparêzin, bila rûnin.' Deng ji yekî ji wan derneket. Kesek ji wan îtîraz nekir birayên min ên delal. Li vir em li ser mijara ku Pêxemberê me 1450 sal berê hişyarî daye me axivîn.”

"Gava wan xeza û cîhad kirin, Xwedê jî ew pîroz kirin"

Çelîk destnîşan kir ku Pêxemberê me û hemû pêxemberên beriya wî di rêya Xweda de bi mal û canê xwe micadele kirin û gotinên xwe wiha domand:

“Hemû pêxemberan, yên ku beriya Pêxemberê me hatine di rêya Xwedê de bi mal û canê xwe micadele kirine, cîhadê kirine. Çimkî ev dîn bi cîhade li ser niga ye. Ev dîn bi cîhadê hakimê cîhanê bûye. Em li serdema piştî pêxemberê xwe binêrin, Îslam li vê herêmê hem di nav Şam, Emewiyan de û hem jî di Ebasiyan de serdest bû, çi li Selçûqiyên ku piştî wî hatin, çi li cem Xeznewî, çi li Qeremanî, hem jî li Osmaniyan, her ku armanc feth, şer û cîhad bû, Xwedê ew pîroz kirine. Xwedê ew bi ser xistiye. Lê her ku armanc û xaye ji feth û şer rawestiya, dewletên ku min behs kir yek bi yek hilweşiyan. Hemû gihîştin lûtkeya xwe, gihîştin lûtkeyê. Piştî ku Ebbasî hilweşiyan, Xwedayê Te’ala Selçûkî ji bo alîkarîya ummeta Îslamê şand. Wî bi destên wan fethan pêk anî. Piştî vê yekê Selaheddîn Eyyûbî, Nûrettîn Zengî û Sultan Baybars ji bo alîkariyê şandine ummeta Îslamê. Gava wan xeza û cîhad kirin, Xwedê jî ew pîroz kirin. Lê dema em li dîroka serdema wan dinêrin, em dibînin ku mîrnişîn û siltaneyên piçûk ên wê demê, ku bi xaçparestan re li hev kirine, xaçparestan teqlîd kirine, bi xaçparestan re têkilî danîne, agahî dane xaçparestan, bi xaçparestan re li dijî Misilmanan tenê ji bo ku siltantiya wan ji dest wan neçe, hemû bi destên wan lehengên ku min behs kiribûn, yek bi yek riswa bûn. Heta roja qiyametê wê bi nifiran bên bibîranîn.”

Çelîk di dawîya gotinên xwe de wisa peyivi:

“Nesla wan kesên ku wan rojan bi Xaçperestan re hevkarî kiribûn ji halê manewî dewam dike. Îro jî kesên ku ji nesla wanin û ji bo seltenat, koltix, prenstî û meqam re hevkarî bi îsraîl, Amerîka û Îngîltereyê dikin hene. Wê ew jî bihetikin, hilweşin û meh bibin. Piçek jî şibha min ji vê tiştê nîne. Em ji vir bangî li qiraliyeta Sû’ûdê, Îmaratê, Misrê dikin. Hûnê hilweşin, hûnê têk biçin! Sûnd ji Rebbê Ka’bê re hûnê hilweşin, hûnê têk biçin! Wê Misilman şîyar bibi, hûne li bin nigên Misilmanan de bipelçiqin. Dev ji vê zillet û îxanete berdin. Hûn çi dinya çi jî axîretê nikarin hisabê vê ya bidin.” (ÎLKHA)


HABERE YORUM KAT
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.