Mêrdîn Bajarê Mezin E?
Mêrdîn goya ji merkezên herî girîng ên tûrîzma bawerî û kulturê ye, lê xizmeta ku heq dike qet nayê kirin. Li nav bajêr kûçikên bêxwedî û çopên nekomkirî bajêr dişebihîne gundan.
Mêrdîn bi motîfa xwe ya dîrokî û mîmarî, muzeke servekirî ye û ji merkezên herî girîng ên tûrîzma bawerî û kulturê ye. Lê mixabin bajar xizmeta ku heq dike qet nabîne.
Li nav bajêr kûçikên bêxwedî û çopên nekomkirî, dibin sedema bertekên welatiyan. Hinek welatî dipirsin bê gelo Mêrdîn bajarê mezin e yan gund e?
Tûrîstên xwemalî yên ku bi qeflan li mekanên dîrokî û çandî digerin, li ser cadde û kuçeyan li çopên nekomkirî rast tên û ji kûçikên ku li ser peyarêyan radizên nerihet dibin û îfade dikin ku ev hal ne babetî Mêrdînê ye.
Tê îfadekirin ku nexasim jin û zarok ji kûçikên bêxwedî ditirsin. Digel ku par hêwirgeha heywanan hatiye avakirin jî, kûçikên li kûçeyan nayên komkirin.
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.