“Meseleya Kurdan encax bi biratîya Îslamê dikere bê çareserkirin”

“Meseleya Kurdan encax bi biratîya Îslamê dikere bê çareserkirin”

Yildizê Alîkarê Serokê Bajêra Stenbolê yê Partîya Saadetê destnîşan kir “Meseleya Kurdan encax bi biratîya Îslamê dikere bê çareserkirin.”

Parêzer Îbrahîm Yildizê Alîkarê Serokê Bajêra Stenbolê yê Partîya Saadetê derbarê daxuyanîya çapemenîyê ya bi mijara “Di Warê Meseleya Kurdan de  Çareserîya Adil” ya ku ji teref Serokê Giştî yê HUDA PARê Zekerîya Yapicioglu ve hat kirin de nirxandinan kir. Yildiz di nirxandina xwe ya ku derbarê mijarê kir de diyar kir “Meseleya Kurdan encax bi biratîya Îslamê dikere bê çareserkirin.”

“Ger mesele di çarçoveya biratîya bawerîyê de neyê çareserkirin ew ê mesele bênetîce bimîne”

Yilmaz di berdewama axavtina xwe de diyar kir bo çareserîyê divê teref samîmî bin û dû re wiha got: “ Di warê çareserîya meseleya Kurd de netîceya ku hatiye xwestin tu carî nehatiye bidestxistin. Ger bi rastî jî di çarçoveya biratîyê de mesele bê nirxandin, ew ê mesele bê çareserkirin. Çavkanîya biratîya me çi ye? Çavkanîya biratîya me ne nasnameyî, herêmî û îdeolojîk e. Çavkanîya bingehîn a biratîya me biratîya bawerîyê ye. Ger mesele di çarçoveya biratîya bawerîyê de neyê çareserkirin ew ê mesele bênetîce bimîne.”

 “Divê HUDA PAR bê muhatabgirtin”

Yildiz di dawîya axavtina xwe de derbarê bangewazîya HUDA PARê de wiha axivî: “ HUDA PAR bi şikleke çalak li herêma dixebite. Ji ber vê yekê êş û elemê herî ew dikşînin; divê ew di esasê de bên muahtabgirtin. Ji ber van sedema pêşînîyaza çareserîyan a ku ji teref wan ve tên kirin tiştekî asayî ye.

ÎLKHA




 

HABERE YORUM KAT
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.