Metîn Yuksel li hewşa camîya ku lê şehîd bû hat bîranîn

Metîn Yuksel li hewşa camîya ku lê şehîd bû hat bîranîn

Metîn Yuksel di 39emîn salvegera şehadeta xwe deli hewşa Mizgefta Fatîhê ya ku lê hat şehîdkirin bi bernameya ku hat tertîpkirin hat bîranîn.

Ji teref Platforma Şehîd Metîn Yuksel ve ji ber salvegera şehadeta Metîn Yukselê ku berî vê 39 salan li hewşa Mizgefta Fatîhê hatibû şehîdkirin bernameyeke bîranînê hat tertîpkirin. Gelek naskirî û hezkirîyên şehîd Metîn Yuksel beşdarî bernameya bîranînê bûn.

Mehmet Şahînê ku Serokê Rûmetîyê yê Akinciyan û hevalê nêz ê Metîn Yuksel e di bernameya ku hat tertîpkirin de destnîşan kir şehîd bo doza Îslamê muhîm in .

Şahîn di berdewama axavtina xwe de diyar kir çi wextê ku em ketin tengasîyê ger me gavên wan taqîb bikin em dikarin rizgar bibin û dû re wiha li axavtina xwe zêde kir: “ Ew şehîd canê xwe feda kirin û îzzet û şerefa Îslamê muhafeze kirin. Em Misliman jî divê bi şiklekî deynê xwe ya wefayê ji wan şehîdan re bidin. Di vê bergehê de di salvegera wê de bo em şehîdê me Metîn Yuksel bi bîr bînin û micadeleya wî vebêjin em hatin vê derê. Divê em ji bîr nekin ger ev şehîdên me tunebana dibû ku em li van camîyan nikaribana îbadetên xwe bikin.”

Piştî axavtina xwe Şahînî li ser navê platformê Muhammed Denîz daxuyanîya çapemenîyê xwend. Denîz di daxuyanîya ku xwend de ayetên “Ji wan kesên ku di rêya Xwedê de hatine kuştin re nebêjin mirî, berawajî ew zinde ne, lê îhûn nikarin vê yekê fêm bikin”, “Di nav Muminan de hinek kesên wisa hene ku li ser wê soza xwe ya ku ji Xwedê re dane disekinin, hinek ji wan di vê oxirê de canê xwe feda kirin û hinek ji wan jî li benda vexwandinê ne. Ew tu car sozên xwe neguhartine.” Xwend û gor Metîn Yuksel di 23ê Sibata sala 1979an de li hewşa Mizgefta Fatîhê hat şehîdkirin.

Denîz di berdewama daxuyanîyê de diyar kir şehîd Metîn Yuksel hêj di 21 salîya xwe de şehîd bû û dû re wiha li axavtina xwe zêde kir: “ Wî bi gotina xwe ‘Şehadet bangekek e bo temamê nesl û wextan’ soza ku dabû Xwedê bi cî anîye. Şehîd Metîn Yuksel bi şehadeta xwe nîşanî me da ku tewhîd li dijî zilmê, neheqîyê berxwedanek e û li ser rûyê erdê rakirina zilmê jî encax bi mucadeleya di rêya Xweda de û di oxira Wî de bi canfedakirinê mimkûn e.”


































 

HABERE YORUM KAT
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.
Önceki ve Sonraki Haberler