Meteorolojîyê ji bo hinek bajaran hişyarîya barana zêde kir

Meteorolojîyê ji bo hinek bajaran hişyarîya barana zêde kir

Ji teref Midûrtîya Giştî ya Meteorolojîyê ve ji bo bajarên Meletî, Xarpêt, Dêrsim, Bîngol, Şirnex, Semsûr, Riha, Mêrdîn, Diyarbekir, Êlih û Sêrtê hişyarîya barana zêde hat kirin.

Li gorî nirxandina dawî ya ku ji teref Midûrtîya Giştî ya Meteorolojîyê ve hat kirin ew ê baran tesîra xwe li bajarên bi navê  Meletî, Xarpêt, Dêrsim, Bîngol, Şirnex, Semsûr, Riha, Mêrdîn, Diyarbekir, Êlih û Sêrtê  û li herêmên derdora wan zêde bike.

Ji ber vê yekê ji teref Midûrtîya Giştî ya Meteorolojîyê ve ji bo van bajaran hişyarî hat kirin û ji welatîyan hat xwestin ku bi tedbîr bin.

ÎLKHA

HABERE YORUM KAT
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.